Huner Karê Hunermendan e!

Ya hunermendan dike hunermend, hunera wan e.
Ya hunerê dike huner, sekna hunermend e.
Û huner tune be, hunermend derew e.

devliken

George C Scott, xelata oskarê şibandibû „Pêşbaziya Hespan“ anku bi kin û kurmancî ji lijneya oskarê re xwestibû bibêje „Lîstikvan ne hesp in û huner (sînema) ne qada pêşbaziyê ye.“

Woody Alen, herçend xelata oskarê red nekiribe jî, roja xelatdayînê diçe li barekê teva dost-hevalên xwe ji xwe re li qlarnetê dixe û heta berî azana melê kêf dikin.

Marlon Brando, ew jî yek ji wan mêrxasan e. Xelata oskarê red dike û roja xelatdayînê nameyekê dinivîse, dide jineke çermsor (xwediya wê axê ya esil) û wê jinê di şûna xwe de dişîne merasima xelatdayînê.
Brando, wê rojê ji milyonan kes re dibêje, „Heta nuha bi zanayî-nezanî me neheqî li çermsoran kir. Me him dest danî ser axa wan, him jî em dest dirêjî kultura wan dikin; bi rêya sînemayê em wan li ber çavên însên wek hovan nîşan didin.“

Herweha em karin çend mînakan ji bo xelata nobelê jî bidin.

Nivîskarê frensî Jean Poul Sartre, wek her xelata fermî, di 1964an de xelata nobelê jî red kiriye, qebûl nekiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Emerîkayê Henry Kissinger û Serokwezîrê Vîetnamê Le Duc Tho ji ber xizmeta wan a hevpar ya ji bo aştiyê bi hev re laîqî vê xelatê tên dîtin. Lê Le Duc Tho ji ber alozî û rewşa Vîetnamê ya awarte, vê xelatê red dike.

senero

Û Şener Şenê tirk!
Bajarên kurdan bi ser serê wan de hatin hilweşandin…
Bi hezaran zarok, jin, yextiyarên kurd hatin kuştin…
Kurd li ser axa xwe, bênav, bênasname ne…
Li seranserê Tirkiyeyê neheqî, bêedaletî heye…
Li dijî fikir-ramanê şerekî qirêj heye, bi hezaran kes girtî ne…
Li ser vê axê bi dehan milet hene; lê hîn jî yekzimanî, yekmiletî, yekdewletî heye…
Yên ne ji xwe ji kar diavêjin, birçî dihêlin, celî dikin, lînç dikin, dikujin…
Û wek her tişt normal be, wek tu êş û problem tune be, Şener Şen (Zuxurt Axa) wek berxikan dihere qesra Reîzîcumhûr û ji destê wî xelata reîzîcumhûriyê werdigire.
Heyf û xebînet!
Hunermend tune bin, huner jî tune ye.
Di nebûna hunerê de jî hunerqeşmer diafirin û ji civakê Qeşmeristanekê ava dikin.
Pêwist bû di rewşeke wek îro de, Şener Şen ew xelat li nav çavê Reîzîcumhûr bixista û red bikira.
Yanî hîn tirsa Şener Şen ji çi ye?
Têra xwe navdar e…
Têra xwe tê hezkirin…
Têra xwe pere jî qezenç kir…
Û emrê te êdî heftê û pênc e.
Ê çi?
Nahlet li sekna we bê!
Nahlet li nefsa we bê!

About The Author