Xwedê şîfayê bide kek DILGEŞ

Hey dinyayê, mala bavê şekir bişewite. Erê şekir e, şîrîn e, xweş e, lê malmîrata şekir ewqasî jî tehl e, dijmin û neyar e, wek marê kor e. Ku bi meriv veda, xelasî jê çênabe..
Gava me îro ev wêneyê hunermend Dilgeş dît, agir bi dilê me ket û çavên me tije hêsir bûn.
Li gor dibêjin, herdu lingên hunermend Dilgeş ji ber nexweşîya şekir hatine jêkirin.
Gava hunermendên hevalên wî ji sazîya TEV ÇAND ê çûn serdana wî,  got:  Ez dixwazim ji ber we rabim lê ez nikarim.
Bahwer bike stranên te mîna filmekî di ber çavên me re derbas bûn û ketin qula guhên me.
Derbasbûyî be mamoste Dilgeş!
Ahmedê Berazî
                 //
Xebatkarên Lotikxanê

About The Author