Ayselka me jî girtin kuro

Pişo Mihemed

Belê, şahînşahê Tirkiyê û cewrên hikûmeta wî dest bi girtin û kujtina PKK û HDPî yan kirine û ha ha komele û dezgehên wan digirin. Dibêjin go agir bi daristanê ket ter û hişk tevde dişewitin. Îcar dewleta Tirko Kurd dane ber şeg û pegan û nabêje tu kurê kê yî.

Axir…

Piştî girtina serok û hevserokên HDP, cewr û cewrikên hikûmeta AKP bi tenq û top û reşaşan êrîşî xaltîka me Aysel Tugluk kirin û rebenê girtin, berê wê jî dan girtîxanê.

Rebena xaltîka me Aysel Tugluk, kir û nekir nikarîbû xwe li ber dilê dewleta Tirko şîrîn bike. Kezîkurê bi salan pesnê beton Misto da, lê fêde nekir. Bi salan berê Kurdan da Kemalîzmê û serê Kurdên xwelîser bi fikir û ramanên Atavirqo dagirt, lê dîsa fêde nekir. Got: „Atatirk serokekî mezin e, nemir e, stûna netewa Tirk e, ew mûcîze ye“ filan û fîstan, lê dîsa fêde nekir.  Mejîyê bi hezaran keç û xortên Kurd bi Kemalîzmê şûşt û ew kirin Kemalîst, dîsa fêde nekir.

Aha Tirkên te ev in ha xaltîka Aysel!

Aha brayên te yên Tirk, ewên ku we di ber wan û welatê wan de mala Kurdan şewitand, ev in.

Werhasilî kelam, emê bêjin „de belkî di girtîxanê de biaqil bibin û hişê wan bê serê wan“ lê bawer nakim. Bawer nakim, ji ber go Hetîb Şeqşeq jî gava ketibû girtîxanê biaqil û hişê wî li serê wî bû.

Lê gava derket?

Kurdistan avêt ser sergo û teneka zibil bi serê xwe dakir.

Îcar bi rastî ez meraq dikim lo.

Xetîb Şeqşeqê me piştî derketina ji hepsê Kurdistan avêt nav teneka zibil û xwelîya heft gundan li serê xwe jî, li serê Kurdên xwelîser jî kir.

Gelo gava Selo, Fîgo û Ayselka me ji hepsê derkevin ewê Kurdistanê bavêjin ku û têxin kîjan qulê?

 

Amed

About The Author