Yek nêçîr, yek nêçîrvan!

Zeûsê Zero

Serokwezîrê Tirkiyê bi qemyonek kurtêlxwir berê xwe da „Kurd“istanê û dest bi lotikan kir.

Di vê sefera Kurdistanê de serokwezîrê „Kurd“istanê birêz û ticaretnas Nêçîrvan Barzanî ev heyeta qedirbilind pêşwazî kir û destê wan hejand. Herdu alîyan têra xwe hevdu bêhn kirin û miradê dilê xwe bi hev kirin.

Di merasima pêşwazîkirinê de, Nêçîrvanê karxezalan, bi xezebek bêîman bi destê zavayê Erdogan girt û hevdu maçî kirin. Bi vê maçîkirinê hêsir ketin çavê herdu alîyan û ji hevdîtina Leyl û Mecnûn xerabtir dilê me şewitand, kela girî ket çavê me jî allahwekîl. 

Xwedê Teala hez û eşqa wan daîm bike.

Zavayê payebilind (kuçuk enîşte) jî xweşhal û bextewar xuya dikir.

Tew ji xwe Mîroglu û Mêhdî Ekerê Kurd jî hazir bûn.

Êêêêêê, ma govend bêyî wan digere?

Tirk biaqil in.

Kurdan dibin nêçîra Kurdan…

„Heger ne fen e, ev çi ben e?“

Vê nîvêşevê ev biwêj ket nav mejîyê min, xew li min herimand û ez kirim wek mirîşka gêj. 

Û Kurdî li kKurdan, Kurd jî li Kurdistanê digerin.

Ji qewla helbestvan Kerîmo, „Kurdistan bar kir çû û nema“ wesselam…

Mêrdîn

About The Author