ŞEHWETA MIRINÊ

Li şaneşînê maseyeke darîn, li ser wê maseyê rûyekî şîfonî û bi ahenk li her du kêlekên wê dû findên bejinstûr.

Şerabê dibiriqand li bin roniya heyvê.

devliken

Nuh tarî ketibû erdê; bêdengiyeke zîz li taxa bajêr mîna fîstanekî transparan girtibû ser şêniyan.

Ya rast şeveke ji rêzê bû; ne rojbûyîna min, ne rojbûyîna wê, ne jî salvegera mahrê bû.

Jixwe îlegal bû têkiliya me, li gorî nêrîna fermî û şert û mercên legal ên beradayî.

Bi hevkarî me şîveke xweş amade kiribû; belkî ne xwarineke kurdî bû, lê spagetiya îtalyanan ne pir dûr e ji xwarinên me yên netewî.

Li ser wê fîstanekî tenik î spî, ku tangayê wê yê sor di bin de har bûbû; jixwe pêsîr azad bûn, bel dikirin serên wan ên mewîjî.

Ez tena şort, şortekî her tim hazir ji bo kêlîkên azwerî.

Lê ez ê qal nekim bê heta me ew şîv amade kir çi tofaniya şehwetê qewimî.

Hema bi kin û kurmancî bibêjim, bila nebe meraq da hûn fêhm bikin bê bi çi eşq û şehwetê çêbûye ev xwarina egzotîk.

Li ber dezgehê mitbexê, Şpiya ji bo çêkirina xwarinê dixebitî, yara nazenîn; ez li paş wê, lêvên min li dora stuyê wê derketibûn rêwîtiyeke narînî û destên min li ser sîng û berên wê, hest bi cizbê diketin mîna nuhfirîna çivîkeke nuhgihîştî.

Berî em çetelê ewil li sênîka spagetiyê ya li ber xwe bixin, me qûna qedehên xwe yên şerabê li hevdu xist û me ew şeraba xemrevîn bi awayekî nazenîn bera ser zimanên xwe da nermîn nermîn…

Li jor ronahiya heyvê, li jêr pevşabûna bayê xerbî bi ava birkê re û li şaneşîna ku li başûrê bajêr dinêrî, ez, ew û em her du gunehkarên evînî…

Li ber nermahiya sohbeteke henûn hêdî hêdî xwarina li ber me kêm dibû.

Ji tîna şerabê serî li me germ, hest li me nerm dibûn mîna barîna baraneke nîsanî.

Ji tîrêjên heyvê dibiriqand şeraba xwe li ser lêvên yarê belav kiribû.

Hêdîka li ser xwe edilîm û min xwe dirêjî lêvan wê kir bi birçîbûna gurekî birçî.

Ji spagetî û şerabê xweştir bû tahma lêvên wê yên hinguvîn.

Ya rast ne xema me bû ne cîran, ne jî kesekî dî, lê berî em sifreya xwe bikişînin şaneşînê, me haziriya xwe kiribû ji bo oda xwe ya şehwet û cizbê.

Lampeya odeyê me bi çefiyekê xemilandibû, ji bo em siya bedenên xwe yên adem û hewayî bibînin li ser kirasê dîwarê tazî.

Ecela me tune bû; ne em radibûn nimêja sibê, ne jî em mecbûr bûn herin derekê; rişma demê di destê me de bû û me çawa bixwesta ew bû…

Ji lêvên wê min dest pê kir heya binya navikê.

Li dora navikê çend fetil û fetlok min da xwe nizanim, lê ez baş zanim serê min gêj, hestên min hêç û zimanê min dîn bû li ser sîng û berên wê.

Derî û şibake li ser piştê bûn.

Nalenal, Axûwax û qîrîna me çû erşê Xwedê…

Hew min xwe dît ez li bin im û ew li ser, dibeze mîna mihîneke boz î kihêlî.

Ji xwedana wê kêliyê, Xweda karîbû heft caran xwe helal bikira û ya mayî jî bihişta ji bo fitarê.

Piştî her du beden bi cizbî ketin, çav li min xav, nefes çikiya li yarê.

Yarê kirasê xwe yî binî yî tenik kişand ser bedena xwe, rahişt cixara xwe û derket şaneşînê.

Berê wê li heyvê, di bin wî kirasî de sîng û berên wê, pêxember dibirin kufrê.

Fitilî, li ser stuyê xwe re li min nêrî, bi nîvkenekî helal î nuhbalixbûyî go heram e piştî vê pevşabûnê mirov nefesê bistîne li vê heyatê, ezgorî.

Û hew min dî wek kevokeke boz ji şaneşînê pengizî…

 

About The Author