La hewle wela!

Xweparastina Barzanî bi min komîk û zarokane hat.

devliken
„Ez bi Obama re peyivîm, bi Pûtîn re peyivîm, bi Sarkozy re peyivîm, hemû serok merokên Ewrûpayê piştgirî û destek da me ji bo em başûr û rojava bigihînin hev; lê heyf û mixabin PYD ji me re bû asteng û nehişt…“
La hewle wela!
Emerîka li pişta te be…
Rûsya li pişta te be…
Fransayê li pişta te be…
Hemû dewletên Ewrûpayê piştgirî û destekê bidin te…
Û PYD bibe asteng û ji we re bibêje,
HOPP!!!
Wehew!
Me bi çavekî biçûk li PYDê nêriye gidî!
PYD li hêlekê, hemû dewletên dinyayê li hêlekê ne, haya me jê tune ye.
Ji me re çîrok û çîrçîrok û çîvanokan nebêjin, ezheyran!
Jixwe ev proje ne ya kurdan, a rojavayiyan e. Û heger rojavayî bixwazin, PYD nikare di başûrê herî başûr ê Efrîkayê de jî bistire.
Di vê projeyê de kurd anku hûn tenê amûr-alav in.
Û xuya ye hûn ê her amûr-alav bimînin…

About The Author