Te go 5 milyon Kurd?

Firildeq Elî

Rast e, li bajarê Stenbolê 5 milyon Kurd dijîn.

Lê Kurdên çawa?

Îawa Kurd in?

Aha mesele di vir de ye.

Hunermend û lotikvana Tirk Şevval Sam xanim lotikek avêtiye û xwelîya heft gundan li serê Kurdên Stenbolê kiriye.

Çi gotiye xanima germik û nermik?

Gotiye:

“ 5 mîlyon Kurd li Stenbolê dijîn û hîn jî tu deh tabelayên bi Kurdî nabînî. Lê piştî ku milyonek Ereb koçî Stenbolê kirin, nîvê Stenbolê ji tabelayên Erebî dagirtî ne“ filan û fîstan.

Ma xanimê ne rast dibêje?

Bi şeş telaqên bê fitû rast e.

Lê ka ew Kurdên gunikreş li ku ne?

Erebên qûnreş netewperest in, mêr in, herin ku gûyê xwe jî bi xwe re dibin.

Lê Kurd?

Kurd jî herin ku xwelîserîya xwe, newêrekî û pepûkîya xwe bi xwe re dibin wir.

Keçê hey te serê min xwarê Şevvalê, tu dev ji 5 mîlyon Kurd berde, hema li Stenbolê sed Kurdên gunikreş, mêr û canfeda hebûna bes û zêde bûn jî.

Ma ji dil te ew 5 mîlyon Kurdên ku tu behsa wan dikî, Kurd in?

Na bavooooo, na!

Ez bi serê te û wan çavên te yên xweşik bikim, 4 mîlyon û 999 ên wan Kurdan jihevdeketî, pepûkî, xwelîser û ziravqetandî ne,

Ma law 5 mîlyon Kurd li bajarekî bijîn û newêribin tabelayek bi Kurdî daliqînin, ma ev bû Kurdbûn û Kurdayetî hawarêêêêêê!

Stenbol

About The Author