Padîşahê Tirkiyê; R. T. Erdogan!!!

Di konsepta Osmaniyên nû de, go ji teref padîşah Erdogan û peyayê wî Yildirim ve tê meşandin, ev e. Ji alema îslamê re dibêjin: Emê jestên li gora dilê we bikin. Emê di derbarê guherandina rejimê de birîfîngan bidin dewletên ’îslamîst’. Emê bihêlim xelkê îslamê bawer bikin ku em di bin xizmeta îrada wan ya siyasî de ne. Lê divê ew jî di xetên me yên sor de bi me re hevkarîyê bikin“. Bi kurtî ji civaka îslamîst re dibêjin: „Hûn li holê bin lê gotinên me têxin jiyanê. Berî ku em bêjin hûn polîtîkayên me bimeşînin“. Halî hazir dixuye ku AKPê polîtîka xwe ya împeryal îhaleyî îslamîstên radîqal û îslamîstên terorîst kiriye.

nuri_celik1

Ger em li derbasbûna Erdogan û ekîba wî binerin, emê bibin ku ew bi mejîyê “Mîllî Goruş”ê perwerde bûne. Mîllî Goruş îdeolojîya Tirkperestî û verzîyona îslamîzma Tirkiyê ye. Her çiqasî xwedî û afrênerên vê îdeolojîyê partîya nîjadperesta Tirk MHP be jî, lê îro ev raman bûye malê piranîya partî û dezgehên Tirkiyê û di bin navê îslam û misilmantîyê de siyaseta “Tûranîzmê” ango împaratorîya mezin a Tirk tê meşandin. Ev siyaset û xeyala împaratorbûna Tirkiyê siyaseta AKPê û dewletê bi xwe ye û di dil û mejîyê her rêxistin û dezgehên pêve girêdayî de ciyekî qewîn girtiye. Bi taybet, partîyên ku qaşo bi navê îslamê û biratîya misilmanan siyasetê dikin, ji nîjadperestan zêdetir xewna împaratorîya Tûranî dibînin.

AKP di derbarê pirsa Kurdistanê de jî tucarî nebûye xwedîyê polîtîkayekê. Ji berê de jî polîtîka wê ya Kurd û Kurdistanê tunebû û îro jî tuneye. Erdogan tenê ji ber minasebeta endametîya Yekîtîya Ewrûpayê gava hewceyiyê dibine behsa Kurdan û biratîya Kurdan dike. Lê ev dayîm bi sînor e. Çi gava ku AKP dikeve tengasîyê xwe nêzîkî Yekîtîya Ewrûpayê dike. Lê ku xurt bû xwe jê vedikşîne.

Polîtîka Kurd a AKP tuneye, tenê di çerçewa peyaman de ye. Di rewşa îro de ne AKP dixwaze pirsa Kurdistanê çarser bike, ne programek wê û ne jî daxwazek we heye.

Ji ber van sedemên ku min bi kurtî li jor gotin, ti niyet û daxwazek AKPê go mesela Kurd û Kurdistanê dervayê sîstema biratiya ûmmetê de çareser bike tüneye. Ji ber vê jî divê Kurd bi yekdengî li dijî vê siyaseta AKPê helwesta xwe deynin û di hilbijartina de dengên xwe nedin AKP. AKP bixwaze nexwaze nikare sînorê îdeolojîya ku Ûmmetî an jî Kemalîzma rasteqîn derbas bike. Heger di dilê wê de çend guhertinên piçûk hebin jî, evê tenê ji bo çavseyandina dewletên Ewrûpî û bêdengkirina Kurdan be. Yan na, ewê tucarî di çareserkirina pirsa milletê Kurd de nebe xwedî helwest û çareserîyên bingehîn nexwaze.

Niha hûnê bêjin: Ma HDP ji AKP zêdetir çareserîya pirsa Kurd dixwaze?

Helbet HDP jî di siyaseta xwe de xeletîyên mezin dike û dike nake nikare xwe ji qalibê siyaseta Îmralîyê û nijatperestên Tirk yen çepgir rizgar bike. Çawa ku di nava PKK de duserî, sêserîtî û fikrên cuda hene, herweha di nava HDP de jî duserîtî û fikrên cuda hene. Hebûna van hêl û fikrên cuda, dihêle ku HDP jî wek PKK xwe bi paraztina Ocalan û ‘biratiya gelan’ li ser lingan bihêle û nikaribe siyasetek serbixwe bimeşîne. Çawa ku Ocalan xerca nava PKK ye, herweha bûye xerca nav HDP û sîtema Tirkiyê jî û ji ber vê jî HDP wek terefekî Kurda doza daxwazên marjînal, tiştên piçûk dike.

Gelo ev tê wateya ku HDP ne partîyek Kurd e û divê ji hola siyasetê bê rakirin? Li gor dîtina min na. HDP partiyeke go girsaya wê Kurd e, lê mijî, felsefe û îdolojiya wê Tirkiyetî hetta Kemalîzma ‘rasteqîn’ e.

Ji ber ev rastî ji teref civaka bakûrê Kurdîstanê ve nehatiye dîtin û qebûlkirin, AKP bawere ku wê bi tunekirina HDPê pirsa Kurdistanê çareser bike. Ji ber vê ye ku temamê Turk îslamçî û dezgehên ser bi pê ve dixwazin di hilbijartinên Referandumê de piştgiriya AKP bikin.

Birastî heger PKK û PYD xwe wek berdevk û nûnerê doza Kurdên Rojeva dibînin, divê demokrasîya ku ji Surî re dixwazin, giringîya ku didin hevkarîya hêzên çep ên Tirkiyê, divê di serî de vê demokrasîyê ji Kurdên bakur, ji

hêz û tevgerên ji derveyî xwe re bixwazin û li hevkarîya navxweyî bigerin. Ango; divê PKK û YPG hêzên Kurd yên ji derveyî xwe piştguh nekin, înkara wan nekin û hewl bidin ku di çarçeweya berjewendîyên netewî de bi wan re di nav diyalogê de bin, wan li hev ragirin û xwe ji her hêz û dezgeha Kurd re bikin nimûne.

Ji alîyê din, divê dem û dezgehên Kurd, rêxistin û partîyên ku ji derveyî PKK li gor hêza xwe bixebitin, bi çavê go PKK partiya Kurdistanî ye nenerin û hewl bidin ku karibin PKKê bi rastiya wê binav bikin û li wê gorê di nav hewl û hêvîya hevkarî û diyalogê de zimanê dîyalogê biafirînin û bi wî zimanî atmosfera dijminatîya heyî ji holê rakin. Helbet gava em vê riya diyalogê dibêjin, bila neyê wê wateyê ku divê partîyên ji derveyî PKK ê nikaribin siyaseta PKKê rexne bikin. Na. Di nava vê hewlê de bin ku bi rexneyên erênî karibin berê terefgirên PKKê bidin xet û siyasetek Kurdistanî û jê re bibin alîkar. Ango; divê partî û hêzên ji derveyî PKKê hêz û mezinatîya Kurd û Kurdistaniyan jibîr nekin, û herweha divê PKK jî jibîr neke ku, heta bi heta ev dewran wiha nameşe.

Heger li gora van dîtinên jorîn em bên ser mijara hilbijartinên Referanduma î sal, bi ya min divê her Kurdê ku xwedî wîjdan be û hinekî bi çavê Kurdewarî li meselê binere, divê di vê hilbijartina Referandumê de ger hebin denge xwe bi tenê li gor berjewendiyen Kurd û Kurdistanê de bidin. Divê êdî Kurd berfirehtir bifikirin, berjewendîyên netewî ji xwe re bingeh bigrin û karibin di nava xwe de ahengek hevbeş pêkbînin.

Îro li Tirkiyê pir giringe ku Kurd karibin xwe di rojevê de bihêlin. Di vê dema ku Kurd li beramberî man û nemanê ne, di rojevê de man bi serê xwe gavek mezin e. Yek ji sedema ku divê em pişygiriya partiyên Kurdistanî bikin jî ev e. Heger îro Kurd di rojeva Dinyayê de mabin, sedema herî mezin bidestkeftinên başûrê Kurdistan û şerê li rojeva û başûrê Kurdistanê ku dijî terorîstên ji seran serên Cîhanê hatî ye.

Ji xwe AKP bi taybet ji ber vê sedemê dixwaze destkeftinên Kurda yên li seran serê Cîhanê ji holê rake. Dixwaze li ser navê biratiya îslamê destkeftên Kurda ji holê rake da ku Kurd ji rojevê derkevin, di rojevê de

nemînin û têk biçin. Ji ber vê xala giring jî, têkçûna destkeftan têkçûna Kurda ye, emê tev pê bêşin û pê bişewitin.

Rastiyek din jî ev e ku, polîtîka Kurd a AKP tuneye, tenê di çerçewa peyaman de ye. AKP bawere ku wê bi ji ortê rakirina PKK û HDPê pirsa Kurd çareser bike. Ji ber vê ye ku AKPê temamê dezgehên Tirkiyê xistiya heraketê da ku di vê rewşa awerte de AKP bi serkeve. Ev hesabek xeter e. Divê neyê jibîr kirin ku AKP di vê helwesta xwe de biserkeve, wê pirsa Kurd û Kurdistanê ji holê rane be, bi akis wê di tasa zêrîn de xelîfetî pêşkêşî Erdogan were kirin.

About The Author