Dîn dînan nas dike

Li sûka Tilermenê ez û Rebê Dînan Emîno li hev rast hatin.
Min bi çengûrê wî girt û ew bir çayxaneyê. Her çiqasî xwe di nav lepên min de dînomîno kir jî, min dest da ser û min nehişt xwe tevbilivîne, em rûniştin.

devliken
Çaya me hat ber me û me reqandê em ketin nav sohbeteke kûr û dûr.
Min go:
Emîno, çi ji vê dinyaya qahp î qûnde dikeve serê te?
Go:
Ez bikutim qûna dinyayê! Ji qahp û qûndeyan re xweş e.
Min go:
Ka em jî têkevin nav vê êlê kuro; qey wê pariyeke nan ji me re jî hebe…
Go:
Hahew! Ma ev dêqahpên biaqil ji me dînan re dihêlin. Min di biaqilan niyho! Bi şeref em ji wan biaqiltir in, lê ez çi bikim? Xwediyê me tune. Dema ez li wan dinêrim û li wan difikirim, ez şikuriya xwe bi dîntiya xwe tînim. Sed carî şikur û elhemdululah ku em ne wek wan biaqil in.
Min go:
Emîno!
Pirsgirêka kurd?
Siyaset?
Ol-bawerî?
Xwedê?
Şeytên?
Go:
Devliken, ez xulamê te me min nexe nav têgeh û mijarên dûrî aqilê min. Jixwe qasî qinê gwîzekê mejiyê min heye, wî jî li min neke çeqilmast.
Min go:
Hema bi kurt û kurmancî Emîno…
Go:
Pirsgirêka kurd, pirsgirêka kurdî ye. Û kurd bi qurbana kurdî bin. Xwe nakin qurbana zimanê xwe, ew bixwe bi zimanê xwe napeyivin, diherin ji dewletê re dibêjin, hûn çima nahêlin em bi zimanê xwe bipeyivin? Min di we niyhano!
Siyaset, fantaziyeke niyhandinê ye. Kê kir kê ye…
Şaredariyên me bûne deriyê îhaleyan. Her şaredarek şirîkê karsazekî ye û li ser keda başan nebaşiyan dikin û bêrîkên xwe tije, şûna qoltixên xwe jî zexm û xurt dikin.
Ol-bawerî, Xwedê kesî neke kerê bêterî.
Xwedê, nizanim tiştekî çawa ye, lê qasî ku aqilê min ji min re dibêje, kî baş be, ew e Xwedayê min. Xwedê başî ye. Kî baş be, ew Xwedê ye û hew.
Û şeytan jî sembola zanînê ye. Sembola jîrbûnê ye. Heger ne ji wî bûya, em ê li pey Xwedê wek pez bûna.
Yaw Devliken, ev tu ji min re ji ku derketî lo? Çend xiram hişê min hebû, te bi nav de mîst ew jî li min çû gilî! Lê bi şeref, mîza qencên wek te ji bo vîrusa ketiye qûna vê civakê antîvîrus e.
Min go:
Emîno!
Di cîh de sekinî û li hundirê çavên min nêrî.
Go:
Çi?
Min go:
Tu pêxemberê dînan î!
Kêfa wî hat, çav wenda bûn û keniya.
Go:
Bi telaq tu jî Xwedayê me yî.

About The Author