Maçek tenê têra me nake

Hesen Keleş

Ne dawîya van ankêt û lêkolînan tê û ne jî em di ber wan re digihên. Niha jî li Londona Brîtanyayê ankêtek di derbarê bedewên sînemayê de çêbûye û ji Brîtanîyan hatiye xwestin ku ew herî zêde dixwazin kîjan bedewê maçî bikin-biramîsin.

Lîztikvana şîrîn û çîkolotayî Jessîca Alba, di serê lîsteyê de cîh girtiye û Brîtanîyan gotiye: “Bi allahwekîl herî zêde Jessîca alba girêza devê me diherikîne, em dixwazin Jessîca Alba ramîsin qurban”.

Îcar li ser vê, me jî ji xwendevanên xwe pirsî: Başe qurban, hûn dixwazin herî zêde kê maçî bikin?

Ji sedî 90ê xwendevanan gotin: “Bi sê telaqên bê fitû, em jî dixwazin Jessîca Alba ramîsin baba, lê ramîsan têra me nakin, em tiştên zêdetir jî dixwazin haaa” û dan lotik û zîtirkan.

Me jî wel eşîreta Lotikxane me encama ankêta xwe ji xanima germik û şîrîn re şand û em li bendî bersiva wê ne.

De ka heger ramîsanêk da me ji xwe xêra xwedê ye. Na heger neda me,  jixwe emê herin Hollywoodê dagîr bikin û bi zorê têkevin ser dilê wê û hûn saxz..

De ma Xwedê û Şêx Evdilqadirê Geylanî….

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

About The Author