Dema ku melle tir kir, civat bi xwe de dirî

Bavê Welat
Bi dehê salane ku em behsa qedexebûna li ser çand û zimanê xwe dikin. Lê ev çi sosret û şermeke girane ku bi deh salane em van daxwazên xwe bi Tirkî tînin zimên. Di her civîn û civakan de berpirsiyarên me (qaşo) dibêjin (hevaller dilimizi geliştirelim, Kurtce konuşalim) lê dema ku kesek dixwaze du gotinan bi Kurdî bîne zimên, hevalek radibe ser xwe û dibêje: Heval aramizda Kurtçe anlamayanlar var Tirkî konuş. (hey xwedê te neparêze)

Qaşo evna berpirsyarên me ne, qaşo evna behsa qedexebûna çand û zimên dikin. Ev bi deh salane ku bi vê şêwazê berdewam kir. Dayikên ku yek peyva Tirkî nizanibûn di komelayan de gelek xweş fêrî zimanê Tirkî bûn. Gelo ev ne şermezariyek mezine? Herwiha bi sedan Kurdên me ên Başûr û Rojava di komeleyan de fêrî zimanê Tirkî bûn.

Ji ber ku di komale û saziyên Kurdan de ev bû 30 sal ku perwerdahiya zimanê Tirkî tê domandin (sergirtî). Ji sistema Tirkan zêdetir berpirsyarên me em pişaftin (asimilasiyon) lê mixabin kesek vê nayne zimên.
Sedmixabin ku komele û saziyên me lotikek mezin li çand û zimanê Kurdî xistin.

Min ji çend kesan pirsî:
-Gelo çima hûn di komeleyên xwe de bi Kurdî naaxivin?
Camêr ji min re got:
-Birayê delal, serokên me bi Tirkî diaxivin, gerillayên me li çiyan bi Tirkî diaxivin, qadroyên me bi Tirkî diaxivin, xebatkarên eniyê bi Tirkî diaxivin gelo ma çima em bi Kurdî biaxivin!?

Min got, bira tu gelek mafdarî,
Tirkî li we pîroz û bimbarek be…

Ji ber wê,
gotina bav û kalan hate bîra min

Dibêjin:
DEMA KU MELLE TIR KIR, CIVAT BI XWE DE DIRÎ.

Eger ku serok û saziyê me bi Tirkî axivîn
helbet wê gel jî bi Tirkî biaxive.

About The Author