Wehşet û Şexsiyet

Evdo Dîno

Dewleta Tirk pir û pir zilm û neheqî li me kir. Mal û gund û bajarên me şewitand. Yanî li vir hewce nake ez qala wehşeta Tirkan bikim. Zaten hewce jî nake. Yanî ma wê kesê wehşî qey bi rehm û dilovanî tevnegerin. Jixwe karê wan ew e. Ma Çîn qey ji ber wehşeta kê ew dîwar lêkir, ku li gor pisporan , di fezayê de tiştê ji dinê xuya dike tenê ew e.

De ewana yanî Tirkan, mixabin ji me Kurdan berekî mezin yan berekî biçûk bêşexsiyet kir. Em kirine psîkolojîyek wer ku, me xwe gundî û wehşî û Tirk jî bajarî û zana û modern dît.

Dema em zarok bûn xweş tê bîra min, heta hîna jî ez lê rast têm, ku dema yek xwarina xwe wilo kubar kiubar dixwe, jê re dibêjin “law tu çi xwe weke Tirkan dikî”. Ax û ax …. Weke Tirkan ha…de bila wilo be.

De îcar birano û xuşkino, em hevalên Kurd dema dikin karekî bikin yan li cihekî xwarinekê bixwin yan dikin danûstandinekê bikin, em dixwazin bila nehf û fêda me bigihê yekî Kurd.

Ji ber vê armancê em diçûn loqantayek  Kurdan, ku hemû xebatkarên xwe Kurd in. Îcar carek du caran em çûn. Me dît xebatkar dema tiştekî jime re tîne wek ku em gundî bin yan bextereş û pepûk bin wilo toq toq xeber dide, heta pir caran daxwaza me nake û tiştê me jê xwest guh nadê. Tevî ku em pênc ,şeş kes bûn û xwarina me dixwar mere fedî dike bibêje qasî sed milyonekî Tirkan digirt. Lê min dît rojekê yekî Tirk li tenişt me rûnişt. Yan dikir çayek vexwara yan jî tiştekî wisa biçûk bû. Ê law vî qeşmerê min izzet û îkramek, zimanekî nerm û pahn, miamelek ewqas xweş nîşan da ku ez dikim bimrim. Min xwe bi zorê digirt ku di nava çavan de lênexim.

Werhasil birano û xûşkino, ew psîkolojiya wî xebatkarî mixabin li ser pir kesa weha ye. Yanî xwebixwe biçûk û bêşexsiyet dibînin û ji ber wê Kurdan hemuyan  jî wek xwe dibînin, rêz raber nakin.

De ya xerab. Min digot belkî ev fikr û ev rewş tenê li ba gundî (qesda min ji gundî ew e ku kesê nezan)yan heye, lê ez bala xwe didimê ku li ba kesên xwe zana dibînin û siyasetmedar û rewşenbîr dihesibînin jî heye.

Belê gihayê hundirê malê tahl e, lê wek Cegerxwîn di helbestek xwe de dibêje “şekirê xelkê jî şor e”

Tiştekî din, dema ez zarok bûm, wexta min navê birayekî xwe xelet digot (wek ji Ehmed re bibêjim Ehmo) bavê min digot “kurê min, heke tu bibêjî Ehmo wê xelk ji navekî Ehmo xerabtir bibêje û navê te jî xera bike” belê niha ez vê hîn kûr fêhm dikim.

Gotina min ya dawî, tevî ku ez dizanim wê ev nivîs bi kêrî kesekî neyê, ew e ku divê berî giştî em ji şexsê xwe re rêz bigrin û xwedan kesayetî bin, paşê jî ji milet û ferdê miletê xwe re. Ji bo ku xelkên din jî ji me re rêz bigrin.

 

 

About The Author