Ma oportonîst û hew?

Gulnaza Torî

Hunermenda Grêkî Dîamanda Galas, çend lotik avêtin û di derbarê ronakbîr û rewşenbîrên Tirkan de axivî.

Hunermenda Grêkî Dîamanda Galas, çavê xwe girt û devê xwe vekir, qûş li ronakbîr û rewşenbîrên Tirko qetand û got: „Ez bi serê Îsa û Mûsa kim, rewşenbîrên Tirko oportonîst û tirrek in, qet bawerî bi wan nayê“ û da bin dûvê wan.

Galas xanim herweha dibêje ku „heger şaîr û helbestvanên Kurd binase, ewê helbestên wan bi kar bîne û di qada navnetewî de bide naskirin.

Keçê qirikê, porkurê, kezîkurê Dîamanda, ma rewşenbîrên Tirk tenê oportonîst û tirrek in?

Ez bi pirça nav şeqê te kim, Ronakbîrên Tirk ne tenê oportonîst, lê herweha Kemalîst in, zinêkar in, şeqşeqçî ne û hem jî dijminên Kurdan e.

Keçê ma ji Tirkan ronakbîr derdikevin peppûkê?

Ronakbîrê wan ê herî navdar Yalçin Kûçik e, ew jî zilamê dewleta sererd û binerd e keçko!

A baş heke carek din te lotikek avêt, bêje „ronakbîrên Tirk ji dola qantirê ne“ û hew….

 

About The Author