Divê Kurd çi bêje, çi nabêje…

Hejarê Şamil

Vê nivîsa xwe pêşkêşî Serokê PAKURD İbrahim Halil Baran dikim.

Ji zindanê peyamek wesa rê kirîye: “Ez dewrêşekî Kurdistanê me, li vir jî ez dê berdewamî bidime weazê ayîna rastiyê; Divê dewleteka Kurdan hebe”.
**

Ew zimanê ku hûn bi kar dihînin, dibe nîşaneya giyan, hizir û hestên we. Nasnameya we ya derûnî aşkire dike.

Zimanê we, pîvera (pîvan) jiyana we ye, ew zimane dîyar dike ka hun danusitendineka çawa li gel dost û dijminên xwe dikin.

Bi kurtî zimanê me, awêneye hest û hizira me ye.

Her çend em hewl bidin da xwe veşêrin, lê ew hinde jî em xwe aşkire jî dikin. Çi kes nikare xwe ji vê dana bacê biparêze.

Li van demên dawî, hindek derbirinên bê ser û ber yên wek ‘zimanê aştîyê’‘zimanê şer’ derxistine û di nav gelê kurd de belav kirine.

Salek, du sal berî niha ‘zimanê aştî’ di rewacê de bû. Ev ro ‘zimanê nîv şer’ pare dike. Sibê; dema gengeşeya sîstema ‘serokatiyê Tirkiya’ nemîne, çend rêveberên HDP bihêne berdan û keştiyên derya Marmara dest bi kar bikin, dê hingê dîsa ‘zimanê aştî’ bikeve devê me.

Min li serî bi derewan amaje bi peyva bê sêr ber nedaye. Peyv dihêne reqisandin. Gelo ‘Zimanê aştîyê’ çiye? Zimanê aştîyê, ne ewe ku mirov ji bo dostê dayika xwe bibêje ‘bavo’?..

Siyaset henekek girêj e, lê ne qeşmertî ye. Siyasetmedarên me yên Bakurî bi şaşî ji wateya siyasetê tê gehiştine. Hem ew bi xwe têk çûn, hem jî ew xelkê ku ji wan bawer dikirin, têk dan.

Divê Sîyaseta Bakurî ne bêgurçik be lê ew sîyaseteka bê prensîbe, bê rênmaye (bê rêzik)

Dest ji karê aqil û hizirvanîyê berdane, siyaseta bîr û baweriyê bi rê ve dibin.

Ev jî ne bes e, welatê xwe Kurdistanê wek parçekî mêtîngehê dizanin û mêtîngerîyê ji bo xwe nakin derd jî.

Xwekêmkirin (xwekêmdîtinî) ketiye nav xwîna wan. Çi pirs û pirsîyar nîne …

Heger ne wesa ba ji bo welatê xwe nedigotin; ‘Rojhilat’ / ‘doğu’.

Serokên mêtîngehê weke ‘Serok’ / ‘başkan’, ‘serokwezîr’ / ‘başbakan’ dîyar nedikirin.

Gava wekîlê Kurd, ji bo walîyên mêtîngehê bibêje ‘waliyê min’ / ‘valim’, bi rastî mirov ne tenê pê sersûr (şaşwaz) dibe, her wesa şermê ji hebûna xwe dike.

Ji xwe wekîl û siyasetmedarên Kurd pey gav bi gav hatine girtin û kirin zindanan. Ew jî ber xwe didin…

Babet ne tirsonekîya, bêziravtîya wan e, ew gelek wêrekin jî. Lê belê, ji bo çi, paşaroj û pêşêroja welatê xwe bi dûvika tirkan, ereban û farisan girê didin? Eve cihê hebetîmanêye. Ji bo çi xwe bi laşê xelkê re pîne dikin, hişê mirovî hilnagire…

Paşî jî navê pînekirinê wek ‘siyaset’, ‘tektîk’ bi nav dikin?

Ême heta kengê  bi bêşermî ji dewleta tirk ya mêtînger re bibêjin ‘welatê me’ / ‘ülkemiz’, ji hukumatê tirk ya faşist re bibêjin ‘hukumata me’ / ‘hükümetimiz’, ji meclisa tirk ya nejadperest re bibêjin ‘meclisa me’ / ‘meclisimiz’.

Vekin çapemeniyê bixwînin yan guhê xwe bidin siyasetmedarên Kurdan, wê çaxê hun dê bibînin ka çawa van gotinan rez dikin.

Heta vir li hemberî xwe kîna xwe ajotin, nuke jî berê xwe bidine dijminên xwe.

Hîn sala di 2001-ê de Midûriyeta polîsan giştî ya Tirkiyeyê, ji bo TRT-ê nameyek rê kiriye, bi kurtî naveroka name bi vî rengîye: “Ji bo Kurdan nabêjin Kurd”. Ji bo Siyaseta ‘Kurdan nabêjin Kurd’ niha jî ev daxwazene bi alikarîyê ‘pêşengên’ Kurdan berdewam e.

Polisê tirk, ji çapemeniyê tirkan vê daxwazê dike:

Dewsa ‘bi eslê Kurd’ / ‘Kürt kökenli’ bibêjin ‘welatiyên me ku, ji aliye cudakerên wek Kurd dihêne binavkirin’.

Qet nabêjin ‘Wekîlê Kurdan’ / ‘Kürt milletvekili’, bibêjin ‘Endamên rexistina têrorê’ … Fîlan û fîstan…

Ji mêje min li ser vê xalê hizir dikir bi rastî. Ji bo me pêdivîye ku em jî têrmînolojîya xwe çêkin.

Niha jî berê xwe bidine termînalojîya me. Divê Kurd çi bibêje, çi nebêje:

Çİ NAYÊ GOTİN: DİVÊ Çİ BÊ GOTİN:
Kürt – Kürd / Kurd
Kürdistan – Kurdistan
Kurdên Îranê – Kurdên Rojhilatê Kurdistanê
Kurdên Tirkiya – Kurdên Bakurê Kurdistanê
Kurdên Îraqê – Kurdên Başûrê Kurdistanê / Kurdên Kurdistana Federal
Kurdên Suriya – Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê yan jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê

Herêmên Kurd li Îranê – Kurdistana Rojhilat, Rojhilatê Kurdistanê, Rojhilat
Herêmên Kurd li Tirkiyayê – Kurdistana Bakûr, Bakurê Kurdistanê, Bakur
Herêmên Kurd li İraqê – Kurdistana Başûr, Başûrê Kurdistanê, Başûr
Herêmên Kurd li Suryayê – Kurdistana Rojavayê, Rojavayê Kurdistanê, Rojava

Başûrê Rojhilatê Türkiya – Kurdistanê Bakur, Bakûrê Kuristanê
Bajarê Wanê li Tirkiya – Bajarê Wanê li Bakurê Kurdistanê
Herêm – Kurdistana Bakûr
Herêma Kurd – Kurdistan
Parlamentoya Herêmê – Paralamentoya Kurdistanê
Palamentoya Tirkiya (TBMM) – Parlamentoya nijadperestiya
Hukumeta Herêmê– Hukumeta Kurdistanê
Hevwelatiyê Tirkiya – hevwelatiyê dewleta dagirker
Serokwezir – Serokwezirê Tirkiya, sergerdeyê tirkan
Meclis – meclisa tirkan / Tirkiya
Hukumet – hukumeta tirkan ya paşverû
Dewlet – dewleta tirkan, dewleta tirkan ya faşist / nejadperest
Wezîr – wezîrê dewleta dagirker
Wekîl – wekilê tirkan / Tirkiya, wekilê Kurd di meclisa tirkan de

Tirkiya – dewleta nejadperest / faşîst. (Pir Kurdên me ji bêfehmiyê ji bo Tirkiya dibêjin ‘welatê me’. Nabe. Heger bi zanebûn dibêjin, bênamûsiyê dikin. Heger fêm nakin dibêjin, divê dest ji kêmaqiliya xwe berdin).
Kurdistan – welatê Kurdan.
Polisên Tirkiya – kujer, koma kujerên, polîsên dewleta dagirker
Qer(l)eqolên Tirkiya – navenda kuştinan ya / caniyan
Leşkerên Tirkiya – leşkerên dewleta mêtînger
Çapemenî – çapemeniya tirkan, çapemeniya Kurdan, çapemeniya cîhanê
Enqere – serbajarê dewleta dagirker û kolonyalîst
Amed / Diyarbekir – serbajarê Bakurê Kurdistanê
Hewlêr – serbajarê Başûrê Kurdistanê.

Ez wesa bawer dikim ku hate fêmkirin.


hejare_shamil@hotmail.com

http://www.kurdistan-post.eu/

About The Author