Rewşa Şingal û Yekîtîya Netewî

Xidir Ûso

Welatê me cara dawîn, bi Peymana Lozanê, bi hevkarîya dewletên Emperyal û mêtinkarên herêmê kirine çar beş. Her dewletek mêtinkar, bi rê û rêbazên cuda Kurdistan ji nuh de dagîr kirin, sînor li nav gelê Kurd danî, hemû maf û hebûnên gelê Kurd bişaftin û înkar kirin.

Li kîjan perçê Kurdistanê, li hember zordarîya mêtinkaran, gelê Kurd serî hilda, mêtinkar hertim bi hev re yekîtî kirin û serhildanên gelê Kurd, bi qirkirin temirandin.

Li kîjan beşê Kurdistanê, tevger û şerê rizgarîyê destpikirîye, heta mumkun bûye, Kurdên beşê din bi gazîya wan de çûye, alîkarîya birayên xwe kirîye. Kengî cîh li wan teng bûye jî koçkirine çûne û bûne mêvanê birayên xwe yê beşekî din.

Piştî avabûna Meclîsa Turkîye, Mahkemeyên Îstîklalê hatin sazkirin, ev mahkemana yê awarte û leşkerî bûn, rêvebirîya Tirk kî li dijî berjewendîya xwe bidîta bi dardadikir. Loma di van mahkemana de bi piranî rewşenbîr, serok û rêvebirên Kurd yên civatî, eşîrî û sîyasî hatin dardakirin, yan gulebarandin. Wê gavê, gelek Kurdên ku ji kuştinê filitîn, xwe avêtin Başûrê Rojavayê Kurdistanê, beşê ku di bin destê mêtinkarîya Fransa de bû. Hin ji wan di dema serhildana Şêx Seîd ku endamê Komela Azadî bû, hin ji wan di dema Serhildana Agirî ku endamê rêxistina Xoybûn bûn, vegerîyan Bakurê Kurdistanê, li hember Komara Tirk ya mêtinkar beşdarî şerê rizgarîyê bûn. Piştî têkçûna tevgerê, yên sax filitîn dîsa berê xwe dan beşê Kurdistanê yê din.

Piştî perçebûna Kurdistanê, sîyasetmedar, rewşenbîr û rêvebirên Kurd yên her perçakî, li gorî pêwîstî, daxwaz û rewşa gelê Kurd li wî perçeyî komik, rêxistin û partî damezirandin, li gorî mercên wî beşî, bi awayên cuda tekoşîna xwe meşandin.

Piştî Şerê Cîhanê II., li Rojhilatê Kurdistanê, 1941 Komela Jîyanewey Kurdistan(JK/Je-Kaf) hat avakirin û piştre tevlî (1945) Partîya Demokrata Kurdistan bû. Partîya Demokrata Kurdistan Iraq jî ji alî komek rewşenbîrên welatperwer ve di Tebaxa 1946an ava bû. 1957 li B.Rojava, 1965 li Bakur PDK hatin avakirin.

Li Başûrê Kurdistan 1939 Şêx Mahmûd Berzencî û Refîq Hilmî rêxistina Hêwî ava kirin. Bi seroktîya Berzanî rêxistina Rizgarî hat avakirin û Hêwî tevlî Rizgarî bû. Piştî têkçûna tevgera Şêx Mahmûd, li Başûrê Kurdistan Mistefa û Ahmed Berzanî (1943) şerê rizgarîyê dest pê kirin. Bi hevkarîya artêşa Brîtanya Iraq êrîşî hêzên Berzanî dikirin.

Mistefa Berzanî dinêre ku rewşa avabûna dewleta Kurd li Rojhilatê Kurdistanê derketîye holê, di Mijdara 1945 de, tevlî çar hezar pêşmergeyên xwe derbasî Mahabadê bû û ket bin destûra rêvebirîya Mahbat û Qazî Mûhemed.

Tevlî ku dewleta Îran gelek qasidan dişîne pey Mistefa Berzanî, gelek rişwet û îmkanên jîyanewî û aborî ji wan re pêşkêş dikin jî, ew xîyanetê bi rêvebirîya Rojhilat û Qazî Mûhemed nake, mirin û qirkirinê dide çavê xwe û tevlî Îranê bi sê dewletan re şer dike û penahendeyî Sovyetê dibe.

Piştî Berzanî tevlî pêşmergê xwe vedigere û di 1961 de dîsa dest bi şerê rizgarîyê dike û heta 1975an û di dema Qîyadê de jî, ji her sê beşên Kurdistanê yê din kadir û şervanên Kurd beşdarî tekoşîna rizgarîya Başûr dibin.

Piştî Şerê Kendavê û avabûna dewleta Federal ya Herêma Kurdistan, dewletên mêtinkar bi gelek rê û rêbazan destdirêjîya Başûrê Kurdistan kirin ku nikaribe yekîtîya xwe pêkbîne, di warê sîyasî, rêvebirî, leşkerî û aborî nikaribe xwe bi rêxistin beke û îdare bike, çi ji destê wan hat kirin.

Mêtinkarên herêmê, li hember Başûrê Kurdistan “Xetên Sor” danîn. Gotin: “em nahêlin ku petrol û Kerkûk bikeve dest rêvebirîya Kurd!”

Sîxurên Tirkîye û Îran dest bi amadekirina sabotaj û berahevdana “partîyên Kurd” kirin. Pêşî şer di navbêna PDK û YNK de derxistin. Bi vê bahaneyê, bi destûra dewleta Iraq jî dewleta Tirk leşker, tank û topên xwe li erda Kurdistan bi cîh kir.

Hukumeta Malîkî, bi daxwaza Îran û hin rêvebirên partîyên “Kurd” yên hevalbendê Îranê, tevlî ku nehîşt madeya Destûra Iraq ya 140 pêk were, him butçeya herêma Kurdistanê birî û him hêza pêşmerge wek “çete” bi nav kir. Ji alîkî de bi sebebê qeyrana aborî, ji alî din ve partîyên mîna YNK, Goran, PKK û yên Îslamî ketin tevgera xwepêşandan, êrîşkirina nivîsgehên PDK û hilweşandina Hukumeta Herêmê. Li hember van kiryarên dijmin û hevkarên wan yên esil “Kurd”, Serok Mesûd Berzanî û partîya wî PDK û hin rêvebirên YNK û partîyên din yê welatperwer, ji bo avakirina Dewleta Kurd ya serbixwe xebata referandûmê ragihandin. Ev helwest, hemû planên neyar yê “A” vala derxist.

Neyar, DÎIŞ wek planê “B” xistin dewrê. Lê hesab nekiribûn ku wê Amerka û Ewropa piştgirîya Kurdistanê û pêşmerge bikin û vî planê wan jî vala derkeve. Êrîşên terorîstên Dewleta Îslamî (DÎ), ji dêvla ku Kurdistanê ji holê rake, cîhanê, herêma Kurdistanê û serokê wê bi dostanî pêşwazî kir, piştgirîya pêşmerge kir û mercên dewletbûna Kurd xurttir kir.

Neyarê Kurd, vê carê dîsa li plana “A” vegerîya û planê “C” xist dewrê. Rêvebirên PKK dibên: “em li dij dewletbûna Kurd in; di bîn hukumranîya heyî, em mafê demokratîk taleb dikin û armanca me ya sereke demokratîzekirina van dewletan e!”

PKK, bi armanca serxwebûn û yekîtîya çar perçê Kurdistanê xwe rê da û gelê Kurd bi rêxistin kir. Ji bo vê armancê, got: “divê hemû kesên welatperwer, eşîr û rêxistinên Kurd tevlî me bibe, yê tevlî me nebe, ji me re asteng e, divê ji holê rabe!” Loma li hember eşîret, kesayet û rêxistinên Kurd şer îlan kir û dest bi kuştinê kir. Helbet ev sîyaseta dewletên mêtinkar bû ku bi sedsalan li hember gelê Kurd dimeşand.

Dema ku li gor daxwaza dewleta kûr û leşkeran şertê cûnta amade bû, A. Ocalan xwe bera Sûrîye da. Wek taktîk, bi partîyên Kurdê Sûrî re ket pêwendîyê û alîkarîya wan wergirt, piştre yên li dûv wî neçû, dest bi lêdan û kuştina endamê wan kir; lê wek stratejîk bi îstîxbarata û rêvebirên dewleta Sûrî re ket pêwendîyê û li gor daxwaza wan tevgerîya.

Li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî eynî taktîk meşandin. Pêşî bi soza Kurdistanek serbixwe û yekbûyî Kurdên wan beşan jî bi rêxistin kirin, piştre jî partîyên paralêl yên seksîyonên xwe damezirand û li hember rêxistin û partîyên wan beşan dest bi dij propaganda, neyartî, kuştina endam û pêşmergê wan kir.

Dema li Sûrî qeyrana sîyasî û şerê navxwe derket, dewleta Sûrî bangî rêvebirên PYD/PKK kir, bi zîmet çek û baregeh dan wan û YPG da avakirin. PYD/YPG, ji bo partîyên Kurd ji holê rake û bêtevger bike, li hember wan hemû rêbazên şîdetê bi kar(anîn)tînin.

Bi rêya YNK û Goran, PKK li Helepçe, Silêmanî û Kerkûkê bi cîh bû. Piştî êrîşa DÎ ya Şingalê, li Şingalê jî bi cîh bû. Li Şingalê, ev çend sal in ku dewleta Iraq mûçe dida PKK. Li beramberî vêna û li gor daxwaza Tirk û Faris û Erebên nîjadperest, PKK, dibê: “emê li vir Kantonên bi dewleta Iraq ve girêdayî damezirînin!” Ev nebes e, bi sedan zarokê wan yên deh panzde salî digrin, dibin Qendîlê û B.Rojava. Hukumeta Herêmê û Rêvebirên Êzîdîya, ji bo vegera xelkê Şingal, avakirina bajar û gundên wan, aramî û asayîşa wan, derketina PKK dixwazin; lê ew li wir asê bûne, dernakevin. Bi ser de (li gor plana “C”) hukumeta herêmê tahrîk dikin ku şer derxin. Propaganda derewa dikin ku pêşmerge revîyaye, wan Şingal parastîye û piştre jî wan rizgar kirîye(!)

Herêma Şingalê di bin desthilatîya dewleta Iraq debû û divîyabû wan biparasta; lê hêzek biçûk ya pêşmerge li wir hebû. Gava terorîstên DÎ, êrîşî Şingalê kir, mîna ku di du rojan de 380 gundê Kobanî, ji bo ku nikarîbû biparasta ku bi daxwaza YPG hat valakirin û xelkê wê revîya Tirkî, wê çend heb pêşmerge çawa karîba Şingal biparasta. Lê PKK, mîna dijmina hukumeta herêmê û hemû pêşmerge şermezar kir.

Gava terorîstên DÎ, hemû gundên Kobanî zevt kir û ji çara-sisê Kobanî dagîr kir, Hukumeta Kurdistan ji YPG/PKK re pêşî çek û dûvre pêşmerge şand, wan ji DÎ rizgar kir. Gava karê wan qedîya, vegerîyan mala xwe.

Ji bo ku sînorê Şingal bi ser Rojava ve ye, gava beşek gelê Şingalê berê xwe da Rojava, hêzên YPG/PKK di gazîya wan çû alîkarîya wan kir. Bi vê sebebê hinek gerîlayê xwe şandin çîyayê Şingalê ku pêşmergeyên Ezîdî bi xwe jî wê dera diparast. Piştî ku bi serkanîya Berzanî pêşmerge Şingal ji terorîstên DÎ paqiş kir, çûn li Şingalê bi cîh bûn û gotin: “me Şingal ji destê DÎ rizgar kir(!)” Piştre çend kal û pîrê Ezîdî civand, qaşo meclîsa Şingalê çêkir û amadehîya avakirina “Kantona Şingalê” kirin! Dijmin Kurdistan kirîye çar perçe ne bes e, vê carê jî PKK, dixwaze bike pêncî perçe û bi dewletên mêtinkar û zordar ve girêbide!

Îro li Başûrê Kurdistan, gelek kesayet, partî û hêzên Kurd yên her sê perçê Kurdistanê, di bin îdareya herêmê û seroktîya Berzanî li hember terorîstên DÎ şer dikin. Ne tenê Kurd, şêst-heftê dewletên cîhanê alîkarî pêşkêşî hukumeta herêmê dike. Ji dêvla hêza PKK jî têkeve bin îdara herêmê, bi dewletên serdest re dikeve hevkarîyê û neyartîya Hukumeta Herêmê, Berzanî û pêşmergeyên Kurdistan dike.

Peyva gel û demokratîk ji devê rêvebirên PKK dernakeve: heger ne derew e, hûn ji gel û demokrasîyê bawer dikin, Hukumeta Herêmê û Serokê wê ji alî gelê Kurd hatîye hilbijartin û pêşmerge jî zarokên gelê Kurd in, hûn çima ji daxwaz û îrda gel û berpirsên gel re rûmetê nagirin. Îro piranîya gelê Şingalê û rêvebirên wan dixwazin hûn ji Şingalê derên, çima hûn raya gelê wir nasnakin!?

Ji gelê Kurd re îro wek nan û av yekîtîya netewî û kongra netewî pêwîst e; lê divê ev yekîtî, bi pîvanên demokratîk û li gor berjewendîyên netewî û gelên li Kurdistanê dijîn pêk were. Dev ji Kurdan berdin, îro yekî Tirk, Ereb yan Fars, mafê referandûmê û biryara serxwebûnê ji Kurdan re nasneke, ne demokrat e.

Divê her hêza ku li beşek Kurdistanê bi rêxistin bûye û xwe îradeya wî beşî dibîne, çênabe ku xwe li ser beşekî din ferz bike û îrade û rêxistinên wî beşî tune hesab bike. Mîna ku bi sedsalan neyar kirîye, çênabe ku hêzek, erda Kurdistanê û gelê Kurdistanê li gorî ol, mezheb û partîya dabeş bike!

Em dewletek Kurd dixwazin ku Kurdan ji tunebûn, qirkirin, zilm û zora hezarê sala rizgar bike.

Em dewleta Kurd dixwazin ji bo ku gelên li Kurdistanê dijîn tev têkevin ewlehîyê û azad bibin; ev rewşa ji dewletên herêmê re jî bibe mînak.

16.2.2017

About The Author