Ax ji derdê Kurdên xwelîser..

Kurd ecêb in. Di dinyayê de kêm millet wek Kurdan xwelîser hene. Di dinyayê de kêm millet wek Kurdan tewtewe û dijminê qewmê xwe hene. Xuyaye gava xwedê aqil belav kiriye, yan Kurd di xew de mane, yan jî xwedê ew ji bîr kirine wesselam..

Axir..

Dibêjin li Erxenî ya Amedê, mêrê 3 jinan Mustafa Çelîk ( ji Bavê Teyar jî xirabtir kiriye ) û jina wî Songul Çelîk, navê zaroka xwe ya nûçêbûyî (keçik e) kirine „EVET“. Ango, „ERÊ“.

Çima erê?

Ji bo ku ji qamdirêjê Erdogan hez dikin û di referandûmê de wê ji bo serokatîya wî bêjin „erê“.

Li alîyê din, rojavayê Kurdistanê, li Kobanê, malbatekê navê  serokê Amerîkayê Donald Trump li kurê xwe kiriye û navê wî kirine „Trump Mistefa Elî“.

Gelek Kurdên me yên xwelîser û belqitî navê Esed, Saddam, Ecevît, Ozal û wekî din li zarokên xwe kirine û qûna dijminên xwe alastine.

Ê law hey min di we kirino, ma navên Kurdî qeliyane?

Ma nav nemane go hûn navên dagîrkerên xwe li zarokên xwe bikin û zarokên xwe biherimînin oxlim?

Ji we re çi „EVET“ û „HAYIR“ û referandûma dijminê we?

Ji we re çi navê Esed, Saddam, Ecewît û quzê kerê?

Ma go hûn navê zarokên xwe bi Kurdî bikin „Rîxo, Rîxê, Gûyo, Mîzê, Belqityo, Kezîkurê, Toplêketê, Bixwederîto, Quzê kerê“ ne çêtir û bixêrtire xwelîserno!?

Amed

 

About The Author