Nabe…

Zîwer Îlhan

Ji ber ku em hêvîdarê cîhê bêhêvî ne, ev jiyan jî dibe qedera me. Mirovên ku ji cîh û warê xwe koç kirine, xwe davêjin bextê yên ku li welatê wan şer derxistine û bûne sedemkarê koça wan. Lê rih dibe bihost, dijmin nabe dost. Beriya sed salî dîsa kalikên wan, bi kalikên me re şer kiribûn. Dijminê bav, nabe dostê law. Hineka ku fêm kiriba başbû: Ji çêlîkên gura, nabe bav û bira.
Gelê me sêwiyê vê umetê, bextreşê van lîstikên siyasetê. Gelê me merd û dilxwazê mirovantiyê; lê kes nabe hevalê barê ketî. Wê dewran bizîvire, helbet wê Silhedînekî dûyem bê dinyayê û wê vî gelê xapandî rake ser xwe; lewra esil xirab nabe, hîngiv gênî nabe. Em weke xwe li dijminê xwe dinerin; lê dijmin bêar û bê wijdan e: Tif kirine beqê, beq bi wan keniya  got: Rûye min bi ava behrê şil nabe, wê ji tifa we şil bibe?

Xwezî ew gotin ji devê min nederketiba, xwezî pêşî ez fikirîba û dûvra peyivîba. Xweş dibe cihê xenceran; xweş nabe cihê xeberan. Xwezî me xwendiba û em li sikakan hînî sîyaseta kuştinê nebûna. Xwezî li newrozan ji bedêla ku we teker bişewitandiba we dar çandibana. Bi soz ez hew daxwaz û rikên xwe dixim bin doza netewî. Soz yek e, nabe dudo. Xwezî birakujî nebûya, xwezî em hemû yekbana. Lê dara xweziyan şîn nabe, ma şîn dibe ?

Êzing nabe text; lewra tu yê xerakirinê ye, avakirin ji te dûr e.  Tu ji şoreşê, şewatê fêm dikî, ji xelasiya welêt tu kuştina ciwanan fêm dikî. Heta ku xort xelas bibin wê welatê te jî xelas bibe. Lê bi şîretan tu nayê guhertin; lewra qantir nazê, xwê şîn nayê. Bi tifinga xelkê mêranî nabe. Tu pêşî bibêje bê tu çima bêbextiyan li me dikî? Çima tu ji xelkê re hêkan dikî ji me re zelqan ? Tu çima ji bilî gelê xwe ji bo herkesî dixebitî.  Kanî bibêje ev bextê me reş e yan tu ?

Ku ramana te bixêr ba em nediketin vê rewşê. Ku hişê te zelal ba, te me bi xwe re dêhn nedikir. Her sal tu ji me re bahsa dilxwaziyeke xwenî nû dikî. Hişmendiya te ku kêrî me hatiba menê te li ser serê xwe bikira; lewra zêr di sikakan de winda nabe. Ramanên te biyanî, meywê darên ku te di vî welatî de çandin, jahr û kerafî lê ket. Rêbaz û rêzikên te li me nayên, an em çewt in an tu xwar î. Av bi bêjingê nayê civandin.  Şerê te bi aşitiya me re ye, em ne di nav demokrasiya te de ne, tu ji xwe tenê re yî. Me ji te fêm kir: Berxê xelkê di kozika mirov de mezin nabe.

Tu li ser xaka zêr dijî. Ev ne ti jiyan e; lewra tu parsekê vî welatî yî. Ku tu bi kêr hatiba, tu li ser welatê xwe ne dibû penaber. Divê tu ji nûvde mala xwe bikire, xaka xwe bikire; lê keça mîran, bi qelenê gavana nayê. Ji xerabiya te û çend fîşekên te pêve çî te heye? Ne xwendinek ne fêmkirinek ji te tê ! Tu ne xwe nas dikî ne welatê xwe. Ji te pêve dijminên me nînin. Wekî tu dawa biratî, aşitî û xweşkayê dikî, zanibe ku helaw, ji şîrêzê çênabe; divê tu xwe biguhere. Bi vî rengî ne heqê te li me heye ne heqê te li te heye. Çawa tu dixwazî ku bilez şoreşek çêbibe, em jî dixwazin ku tu bilez bê guhertin. Qîma me hew tê ! kezeba me bi te re reş bû ! hêdî hêdî, yeko yeko hew diqede ! lê em zanin: Bîr bi dewla tijî nabe.

Tiştê ku nebe, nede ber me !

Nusaybinim.com

About The Author