Kîrmezinê Dêrikî

Xetîbê Kizin

Yek hebû kîrê wî ji vir heta bi kanîya gwîzê dirêj bû.Teyr û teba hêlîn li ser çêkiribûn. Birayekî wî jî hebû li ber pez bû,wexta pezê xwe dixist nava hewşê, birayê wî kîrê xwe dixist devê derî û nedihişt pez ji hewşê derkeve derve.

Birayê wî yê şivan radibe ji birayê xwe yê kîrmezin re li jinan digere.

Digere, digere, de de de radibe li alîyê Carbekir (Dîyarbekir) yekê jê re dibîne. Li gor saloxdanan dibêjin jinik heft aş li ber mîza wê digere.

Lawik radibe ji jinikê dipirse dibê: „Keçko, tuyê bi birê min re bizewicî?“

Jinik dibê belê.

  Ew dibê: „Ka em çilo we bighînin hev?“

jinik dibêje: „Her birayê xwe bîn vir“.

Radibin kîrmezin datînin ser qantirekê û kîrê wî jî datînin ser neh qantiran û bi werîsan dijdînin.

Neh-deh zilaman jî tînin, her yek mîrkutekî dixin mista wan.

Birayê wî dibê: „Binerin, wexta kîr di ber gundan re derbas bibe û çav li qîz û bûkên xelkê keve, wê serî rake. Hûnê jî bi mîrkutan bi serê kîr kevin û wî daxin“.

Radibin bi rê dikevin û bi halekî xerab kîrmezin dighînin cihê wî.

Li ser dawîyê kîr û quz digêjin hev û kîrmezinê me bi miradê xwe şad dibe.

Îcar ev jî mesela me û Kurdên xwelîser e.

Kîrmezin û kîrpiçûkên me her tiştên xwe kirine bi qurbana kîrê xwe.

Welat li ber avê çûye, Kurd tên kujtin, mal û gundên wan dişewitin, ne xema kîrê wan e.

Hema cîhê kîrê wan germ û nerm be ji wan re bes û zêde ye wesselam…

Dêrika Çiyayê Mazî

About The Author