Ma çima na cîgerim

Azad Koçer

Ez bawerin di Rojhilata Navîn de dewleta herî demokratîk û mafparêz, Kurdistan e. Li Kurdistanê (bi ser ku nebûye dewlet jî) her kêmnetew kare bi zimanê xwe biaxive, partîyên xwe damezrîne û xebata xwe bike. Li Kurdistana ku hîna nîvdewlet e li gel zimanê Kurdî pênc zimanên fermî hene. Ev demokrasîya ku li Kurdistanê heye, bawerim li tu welatekî Rojhilata Navîn tuneye.

Axir…

Serokê Partîya Gel ya Turkmen (THP) Îrfan Kerkûkî, çend lotikên demokratîk û Turkmenkî avêtin û piştgirî da serxwebûna Kurdistanê.

Qeraseyê zilaman Îrfan Kerkûkî, di lotikên xwe de anî zimên û got. „Bi telaqê bê fitû, him partîya me him jî gelê Turkmen bi serxwebûna Kurdistanê re ne. Ji ber ku mafên me li Iraqê ne paraztî ne. Lê li Herêma Kurdistanê mafên me paraztî ne. Em baş zanin  gava Kurdistan bibe dewletek serbixwe, wê mafên me zêdetir bibin û rola me jî baştir bibe allahwekîl“ û pê de çû.

Turkmenê me Îrfan Kerkûkî di dawîya lotikên xwe de got. Li Kerkûk, Hewlêr, Kifrî û hinek cihên din baregehên me hene. Bi allahwekîl me li ser baregehên xwe alaya Kurdistanê daniîye, ji ber ku em wê alayê alaya xwe dibînin“ û çend lotikên pîroz avêtin.

Aha mesele ev e ha gelî lotikvanan.

Turkmen alaya Kurdistanê wek alaya xwe û stara xwe dibînin û xwedî lê derdikevin. Lê hinek Kurdên me yên Tirkmanc, Erebmanc û Farsmanc qûna dagîrkerên xwe dalêsin û dijminatîya alaya Kurdistanê dikin wesselam.

Zaxo

About The Author