Dansê bikin û bidin lotika

Wek hûn zanin, stres û xirecira zêde mirov ji hal de dixe û hetta tirê ji meriv berdide. Îcar Pisporê Nexweşîyên Hindurîn ê Nexweşxana Almanya Dr.Jan Klod Kayûka dibêje ku, “ dermanê stres û westana zêde dans û spor e. Dans (reqs) bandorek pozîtîf li gewde û lebatên meriv dike û dihêle ku meriv ji stres û acizîyê dûr bikeve..Ez dibêjim hema bila herkes dansê bike û lotikan bide xwe” û balê dikşîne ser dans û lotikvanîyê.

Reqs, dans û lotik xwîna di bedena meriv de digerîne, reh û bazên bedenê xurt û saxlem dike û meriv zindîtir dike. Kesên ku reqs û dansê dikin û lotikan davêjin zû bi zû kal û pîr nabin û ciwantir dimînin.

Îcar heyran, dîsa ji me gotin û li we kirin..

Derî û pencereyên Lotikxanê ji we re vekirîye.

Kengî hûn aciz bûn û we bêrîya lotikan kir, werin li derîyê Lotikxanê xin, perê xwe bidin û derbasî hindur bibin.

Haaa, emê ji we re kasêta Ciwan Haco a “dil ketmê dil ketmê, cara pêşî dil ketmê” jî belaş deynin ser allahwekîl!

De werin, yalla….

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

TO GO WITH STORY BY MOHAMMED ALI HARISSI A model, wearing fashion from Iraqi folklore, dances with a man in traditional clothing during celebrations in Baghdad for International Women’s Day, which commemorates annually, the achievements of economic, political and social rights of women on March 8, 2012. AFP/PHOTO/AHMAD AL-RUBAYE. (Photo credit should read AHMAD AL-RUBAYE/AFP/Getty Images) ORG XMIT:

About The Author