Heger ew qûn qûna karkeran bûya, ew ê ewil xwe ji wê birçîbûn û belengaziyê rizgar bikirana.
Loma jî, bi birçî û belengazan anku bi sinifa karkeran şoreş çênabe.
Şoreş bi reformên radîkal mimkun e û radîkalî jî karê ziktêran e, ne yê birçî û belengazan.
Û problema mezin jî, sinifa ortê ye ku ji endamên vê sinifê re „ortacî anku ortayolcî“ tê gotin.
Bi saya serê ortacî anku ortayolciyan ziktêr nikarin zû bi zû xwe bigihînin sinifa nizm anku sinifa karkeran û serê wan bieciqînin.
Bi kurt û kurmancî,
Sinifa ortê rê nade sinifa jor ku xwe bigihîne sinifa jêr. Ew ortacî wek margîseyan geh li jor in, geh li jêr; loma jî, ji bo şoreş çêbibe pêwist e sinifa ortê anku ortacî bimehe, têk here.
Bijî şoreşa ziktêr û bûrjûwa û sinifa bilind.
Bi salan bi sloganên proletaryalîst pez pez man, şivan şivan…
Stalîn digot,
„Seleh û seleh! Ne bi selehê be dijmin nayê rê!“
Û peyveke me kurdan a pir xweş heye,
„Qûna tazî tembûrê dixwazî“
Zêdetir
Şahê Îranê lotikek avêt û bang li Îranîyan kir
Ne şîş şewitandin ne kebab
Îranê tir ji Îsraîlê berda