Kerkûk, dagîrker bûn peppûk

Berî demekê parêzgerê Kerkûkê xalê me Necmedîn Kerîm lotikek pîroz avêt û dilê me xweş û geç kir. Zimanê Kurdî li Kerkûkê kir fermî û ala Kurdistanê jî li asîmanê Kerkûkê daliqand. Evê lotika xalê me Necmedîn Kerîm dilê Kurdan xweş û dilê dijminan

jî reş kir. Kurd pê dilşa û dijmin jî pê virikî bûn. Helbet ev lotik tenê têr nedikir. Divê encumena parêzgeha Kerkûkê jî biryara xwe bida û bida lotikan. Û şikir ji xwedê re, encumenê biryara xwe da û lotikek ji lotikên bergîlê xurttir û şidyayîtir avêr.

Helwest û lotika xalê me Necmedîn Kerîm ji alî gelek alîyên xêrnexwazên Kurd ve hatibû rexnekirin û wan xêrnexwazan nedixwestin Kerkûk bibe bajarekî Kurdistanî û têkeve ser herêma Kurdistanê. Lê biryara encumena Kerkûkê xêrnexwaz yekcar dîn û har kirin û tir ji wan berda, di kefenê 101 bavê xêrnexwazan de mîzt.

Encumena parêzgeha Kerkûkê bi piranîya dengan biryar da ku ala Kurdistanê li asîmanê Kerkûkê pêl bide û Kerkûk bibe Kurdistanî. Her çiqasî hinek qûnek û dolheramên Tirkmen û Erebên qûnreş li zora qûna xwe anîbin û qebûl nekiribin jî, lê êdî Kerkûk Kurdistanî ye û ala Kurdistanê jî li Kerkûkê di çavên neyar û xêrnexwazan de diçike.

Bi vê lotika pîroz, ne tenê xewna M. Mistefa Barzanî, lê herweha xewna piranîya Kurdan cirîya û bû rastî. Kerkûk êdî dilê Kurdistan e. Wê M. Mistefa Barzanî û temamê şehîdên doza Kurdistanê di gorên xwe de bi rehetî razên.

Helbet dewletên dagîrker û nokerên wan ji bilindkirina ala Kurdistanê aciz bûn, virikî bûn û xwêsîya wan di qirika wan de ma. Wan bi dek û dolabên kirêt, bi plan û projeyên gemarî, bi provokasyonan dixwestin Kerkûkê ji Kurdistanê cuda bikin, wek herêmek serbixwe yan jî bi Iraqê ve girêbidin. Lê biryara encumena parêzgeha Kerkûkê xewn û xeyalên wan têk birin, qûn li wan qetand û dilê Kurdên seranserê cîhanê xweş û geş kir.

Werhasilî kelam…

Yezdanê pak xêra xalê me Necmedîn Kerîm û encumena Kerkûkê qebûl bike, li bihuşta rengîn 72 horîyên germik û nermik bide wan rebbî..

Kerkûk temam û ma çi?

Ma dora Mûsilê.

Ku bi xêr û selamet ala rengîn li asîmanê Mûsilê jî pêl bide û ew jî têkeve nav sînorên Kurdistanê, aha kêfa li ser kêfê ew lotik e wesselam…

About The Author