Kerkûk dilê Kurdistan e

Z.Brîndar

Bajarê Kerkûkê ji bo Kurdan dil e, dilê Kurdistnê ye. Bi taybet Tirkiye, Îran û Iraq naxwazin Kerkûk û dewlemendîya Kerkûkê ji destê xwe berdin. Bi her lîztik û plnan û projeyan dixwazin Kerkûkê ji Kurdistanê cuda bikin da ku Kerkûk ji destê Kurdan derkeve û nebe bajarekî Kurdistanî.

Di dema Saddam Hisên de demografîya Kerkûkê hat guhertin, li şûna Kurdan Ereb hatin bi cîh kirin. Ev siyaseta kirêt û gemarî li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin, Kurd ji cîh û warên xwe tên dûrxistin û li şûna wan Tirk, Ereb, Faris yan jî koçberên biyanî tên bicîhkirin. Ji bo ku Kurdistan vala bibe û yekîtîya Kurdan pêk neyê, ev siyaseta parçekirina Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ji alî dewletên dagîrker ve tê meşandin. Îro jî heman siyaseta kirêt li bajarên Kurdistanê tên meşandin, bajarên Kurdan tên valakirin, wêrankirin û berê Kurdan didin koçberîyê.

Gava dagîrker nikaribin rasterast wêrankarîya bajarên Kurdistanê pêk bînin, îcar bi rêya alîgirên xwe, ango bi rêya Kurdên xwe (!) wî karê kirêt pêk tînin.Nimûneyên herî baş kolana xendekan û wêrankirina bajarên wek Sûr, Cizîr, Silopî, Şernex, Hezex, Nisêbîn û bajarên din yên bakurê Kurdistnê ne. Demografîya ku Saddam di dema xwe de li Kerkûkê kiribû, îro, di sedsala me de Tirkiye dixwaze bike û dike. Kolana xendekan, kujtina zêdeyî 7 hezar xort û keçên Kurd, valakirin û rûxandina bajarên Kurdistanê guhertina demografîyek modern û nûjen e. Demografîyek Kurdkuj e.

Yek ji wan bajarên ku dagîrker bi zêdeyî xwedî lê derdikevin û naxwazin bibe bajarek Kurdistanî, bêguman Kerkûk e. Ew Kerkûk a ku Mistefa Barzanî wek “Dilê Kurdistanê” bi nav kiribû. Kerkûk ne tenê ji bo Kurdan û dagîrkerên Kurdistanê, herweha ji bo dewletên mezin ên dinyayê jî girîng e û çavên wan jî li Kerkûk û herêma Kurdistanê ye. Kerkûk ne tenê bajarekî hêsan û adetî ye. Kerkûk xezîne ye, xezîneya gaz û petrola îroj û pêşerojê ye. Ji nîvî zêdetir petrola Rojhilata Navîn li Kurdistanê derdikeve. Û Kerkûk jî paytextê vê petrola dewlemend e. Ji ber vê zîzbûn û girîngîya Kerkûkê, çawa ku dagîrker xwedî li Kerkûkê derdikevin û bi dek û dolabên kesanedî dixwazin Kerkûkê bikin a xwe, divê her Kurdê netewperwer jî di bîr û zanebûna girîngîya Kerkûkê de be û xwedî lê derkeve. Çi partî, çi dem û dezgehên Kurdî bin, bêyî ku berjewendîyên xwe yên partîtîyê derxin pêş û bikin asteng, divê xwedî li xezîneya Kurdistanê, ango li Kerkûkê xwedî derkevin, hem zinamê Kurdî lê bikin fermî, hem jî bi ala Kurdistanê Kerkûkê bixemilînin û ji Kurdan re, ji Kurdistanê re bikin bûka serbixêlî.

Bi vê minasebetê, ez helwesta Walîyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm a ku zimanê Kurdî li Kerkûkê kir fermî û ala Kurdistanê li Kerkûkê bilind kir, pîroz dikim. Li Kerkûkê bilindkirina ala Kurdistanê şert e, pêwist e û erkek netewî ye. Kerkûk bi zimanê Kurdî û bi ala Kurdistanê Kurdistanî ye. Ev gava pîroz cîhê pesindan û pesinandinê ye, serbilindîya Kurdan e.

Bi kurt û Kurmancî; pirsgirêk û nakokîyên kesayet, eşîret û partîyên Kurdistanê çi dibin bela bibin, divê di paraztin û xwedîlêderketina nirxên netewî de bibin yek dil, yek ziman û yek helwest.

Divê neyê ji bîr kirin, mirov nikare bê dil bijî.

Û dilê Kurdistanê jî Kerkûk e…

Peyama Kurd

About The Author