STRANA MEZRA BOTAN

Mezra Botan..

Tu karî bêjî berî niha bi çend hezar salan tiliyên me di zeviyên te de şûn vedane.

Ka bihêle ku dîroka derewîn li berxwekeve, bê ji hewdikê te pêşî kê av vexwariye û li ber siya darên te xwe vezelandiye, bindestî, serfirazî û şerê me tu baş zanî.

De serê xwe li me giran meke, dilê me bi xwîn meke, de bibêj…

Mezra Botan..

Di stranek palê xwe de bibêj bê kê ev bîhna xwêdanê rijandiye zeviyên te. Û pêşî kê av daye werz, rez û daristanên te. Tu bêbext nakevî, ka bêje dilxweşî û mirovtiya me, bê kê bi agirê Newrozê rohnayî da der û dora te û ji nûv de xuliqand wekhevî, biratî û azadî.

De serê xwe li me giran meke, dilê me bi xwîn meke, de bibêj…

Mezra Botan..

De bikêlim rihê min, dilê te bila giran nemîne. Em evîndarê te ne, hesreta dila bi te nakeve. Kelegirî û melûlbûn ne para te ye. Wê hemû tişt di qêrîn û ken de vebe, ka bêje bi serê zimên, deng bide qêrîn, hewar û nalîna me. Bê ji kîjan hestî tê, çawa xwîn digre rihe me. Tu ne a van salan î, tu ne a deh hezar salan î..

Serê xwe li me giran meke, dilê me bi xwîn meke, de bibêj…

Mezra Botan..

Çend sed sal çêbû bindestiya me. Tu ji me re bêje ku dilê me bêtir bişewite û deqis li pîsa keve. Bêje çima axa te di nava şûr û mertalan de maye. Bi dayik, zarû û kal çima bimbe dixwe ji dilê xwe. Hîn ev çi qewirandin in li axa te ka bêje, di şerekî dûr û dirêj de ku mûyê laşê me biricifin..

De serê xwe li me giran meke, dilê me bi xwîn meke, de bibêj…

Mezra Botan..

Tu zanî ku me çi êş kişandiye di xişexişa pelê daran de û di xumexuma avan de. Bê av, bê nan û di reştariyê de û ji aliyekî axa xwe kê koç kirine ciyên dîn. Zarûkên kê qetil kirine di qûndaxê de, di şerekî dûvdirêj de de bêj. Tu dibînî Pêşmerge axa te maç dike..

De serê xwe li me giran meke, dilê me bi xwîn meke, de bibêj..

Mezra Botan..

Diya dîrokê ji jiyana xwe bistîne û bibêje Ehrîman û destbirakên wî çawa welat kirine par par û sînor kişandine ser dil. Bi şevan bra li vî alî, xwih li wî alî, dayîk li vî alî, bav li wî alî belawela kirine. Ku avê ji axê, tavikê ji şînayê biqetînin, zanîna te heye Mezra Botan, ma dil wisa radigire. Tu dibînî pêşmerge ji bo dilgermiya te dest dikşîne rojê..

De serê xwe li me giran meke, dilê me bi xwîn meke, de bibêj…

Mezra Botan..

Tu bêje ji zarûkên xwe re, ma dijmin ji mirovtiyê fêhm kiriye, ji zilmê û xwînrijandinê pêve çi naskiriye, rê di çi de hiştiye. Tu dibînî hawîrdor dijmin girtibin wek bizrê kulî jî, qelandin, koç û hilgavtin ne para keç û kurê te ye. Kîjan dilî koletî ragirtîye?

Zarûkên welatê rojê, bi kedê li totîka çîya ji te ra û ji nûvde dixwiliqînin rojê. Ka em stranekê bêjin bi zimanê xwe.

De serê xwe li me giran meke, dilê me bi xwîn meke, de bibêj…

Mezra Botan..

Ji îro pê de rûken be, zarûkên şoreşê me, egît ji egîta ne. Di agire hêtûnê de bi ken qêrîna azadiyê bi mirinê girtine. Li zindanan navê te dikolin bi neynûkan. Keç û kur bi heft dilan ji dilekî ev bîr û baweriya risas, bi qayiş û berberî û lîlelîl ji bo azadiya te ye. Bêhnê bide û bistîne bi me re. Tu bi xwîn û keda pêşmerga xweşiktir dibî, ka em stranek şoreşê bêjin pir dûvdirêj.

De serê xwe li me giran meke, dilê me bi xwîn meke, de bibêj…

Mezra Botan..

Dilxweşiya te, dilxweşiya gelan e. Xem û gazin ne qeder e, guhertin ji bo hemî tiştî ye. Tu li Rojhilata Navîn ji şoreşa nû bi hemle ye. Newroz dîsa di dilê gelande ye. Ev govend hildikişe çiyan û dîsa rêz dibe bajaran. Û bi dengekî stranê dibêje, ji bo evîna te ye. Stranê bi me re bibêje.

De serê xwe li me giran meke, dilê me bi xwîn meke, de bibêj…

Ha wisa, ha wisa, ha wisa ha…

 

Ji pirtûka helbestên

Medenî Ayhan

 

About The Author