Cehşên Modern

Ji vê rojê ve ku xwedê Kurd xeliq kirin, cehşitî di nav Kurdan de sebr sebr destpêkir. Îca gelek rengên cehşan hene. Cehş hene sor in, cehş hene kesk in, cehş ji hene hemi reng in qurban. Her cor cehş dixwazî di nav Kurdan de hene. Yên herî pîs ew in ku di pişt Kurdistanê de xwe weke mirovekî welatparêz didin naskirin, cehşê resen bi xwe ew in.

Ew mirovên ku her roj rengê xwe digorînin û her roj li ser dûrikekê diaxivin, cehşên herî qeşmer û modern in. Hinek Kurd rojek şagirtê STALÎN in, rojek xwendevanê KARL MARX in, rojek xizmetkarê HÎTLER in û rojek din jî ji Yalçin Kuçuk û Dogu Perinçek re dibêjin mamoste.

Hinek kes ku berê di nav PKKê de bûne û niha xwedêgiravî ji PKKê veqetîyane, niha jî wesa difikirin ku bê teorîya cenabê STALÎN tu millet û welatek azad nabe. Telaqê wan dikeve heke rastîyan bibêjin û piştgirî bidin Kurdistana azad û serbixwe.

Ew bi beden digel Kurdan in û bi dil ji digel xêrnexwazên gelê Kurd in.

Ew wextê doktor Silêman şehîd bû, gelek kes xemgîn bûn û hêsr barandin. Hinek kes jî hebûn ku di bin navê wî de di merasîma doktor de li Elmanîyayê dikenîyan û li ser hesabê wi xwestin xwe bidin pêş û di nav Kurdan de xwe bikin tiştek. Her ew kes serdemekê di nav PKKê de xwendevanên Yalçin Kuçuk û Dogu Perinçek bûn. Niha dibêjin em ji PKKê veqetiyane, lê veşartî xizmetê ji heman fikir û îdeolojîyê re dikin û di bin perdeyek veşartî de dijminatîya Kurdistanê dikin. Ew kes ji xwe re dibêjin nivîskar û ronakbir. Lê di rastîya xwe de ew kes gûkar û gûbir in qurban.

Cenabê Huseyin Turhalli xwendevanekî wefadar ê Ocalan û şagirtekî Yalçin Kuçuk û Dogu Perinçek e. Bi gotin PKKî yê kevn e û bi nivîs û nerîn jî PKKî yê nû ye.  Di çend nivîsên xwe de di bin navê kesekî Kurdistanî û dûrî PKKê de, êrişî Kurdên serxwebûnxwaz û dijberên PKKê kiriye.  Di nivîsa herî nû de êrişî Pêşmergên Roj kiriye û ji Şervan Dêrikî re dibêje: (Soytarılar Generali) bi Kurdî yanî (Generalê Qeşmeran).

Ev tenê ne bêrêzî ye bi Pêşmergên Roj û Şervan Dêrikî, belkî bêrêzî ye bi hemî Kurdan û Pêşmergeyan. Pêşmergên Roj di şerê DAÎŞê de li başûr 200 şehîd dane. Ji bo serxwebûn û azadî cangorî dibin. Bi xwîna xwe axa Kurdistanê diparêzin. Ew di demekê de ye ku hevalên Turhalli li Qendîlê dijberîya Kurdistana serbixwe dikin û dilê dagirkeran xweş dikin. Li Bakûr ji bo Turkîyeyek Demokratîk dimirin, li Rojhilat sînor ji bo rejîma Îranê diparêzin, li Başûr hevalbendên Heşda Şebiî û Nûrî Malikî ne, li Rojava jî hevkarên Beşar Esed in.

Birastî kî henekçî û kî qeşmer e?

Ewên ku di bin nave nivîskarîyê de çeteyan diparêzin û dakokî li wan dikin, yan ewên ku ji bo Kurdistanê cangorî dibin?

Di nivîsek berê de, Huseyin Turhalli dibêje: “Desthilata Başûrê Kurdistanê gelek xerab e û tu azadî li wir tuneye. Belkî ev azadî û sîstema ku li Rojavayê Kurdistanê heye, gelekî demokratîktir û gelek baştir e”.

Birastî ev gotin ne tenê derewek mezin e, belkî qeşmerîyek gelek sosret e jî. Kesê ku xwe bi nivîskar bizanibe û van tiştan bibêje, bêguman an ne temam e, yan jî xwe dixapîne. Kîjan azadî û demokrasîya li Rojavayê Kurdistanê? Ewê ku weke Koreya Bakûr e, her roj çete êrişî Kurdên serxwebûnxwaz  dikin û baregehên wan û Ala Kurdistanê dişewitînin? Yan ewên ku zarokan bi zor dikin leşkerê neçarî, xortan digirin û direvînin? Yan ev azadî û demokrasî ye ku Kurd li vir bên girtin, nehêlin Pêşmerge derbasî axa xwe bibin, lê leşkerê Beşar Esed ê dîktator û Kurdkuj li Amûdê, Qamişlo û Hesekê bên û biçin?

Hinek mirov hene heke rojekê di refên partiyek dîktator û dijberê gelê xwe de cih bigirin, heke rojekê ji vê partîyê jî veqetin, nerînên wan gelek bi zehmet dên guhertin. Ew wextê ku cenabê Turhalli di nav PKKê de bû, li deşta Beqaa, li Akademîya Mahsûm Korkmaz, PKK 5 hezar kes binax kirin û tesfiye kirin. Her di wan wextan de bû ku PKK li Sûriyê mil bi milê rejîma Esed Kurd tesfiye dikirin û ji Hafiz Esed re digotin mamoste û serok. Her paşê wê bû ku PKK li dijî Başûrê Kurdistanê û Hikumeta Herêmê bi fermana dagirkeran şer kir. Û îro jî bi sedan xort û keçên Kurd ji bo paraztina sînorên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrîye dide kuştin. Birastî cenabê Turhalli, ma ev e demokrasîya ku tu behs dikî? Tu jî li wêderê bûyî û şagirtê Ocalan bûyî, birastî tu ji xwe re çi dibêjî? Îcar kî soytarî ye, kî qeşmer e? Ewên ku îro Kurdistanê difroşin, yan ewên ku ax û welatê xwe diparêzin û ji bo azadî û serxwebûnê cangorî dibin?

Ji niha de li Rojavayê Kurdistanê tu hêzek netewî nemaye. Baregehên wan hemî hatin şewitandin. Serkirdeyên wan hemî hatin girtin û di zindanê çeteyên Sûrîye de ne. Ew kiryarên ku DAÎŞ û rejîmê li Rojavayê Kurdistanê digel Kurdan kirin, îro hinek alî li ser nave Kurdayetîyê li ser heman rê û rêbazê dimeşin. Ew nivîskar û qaşo rewşenbiîrên Kurd ku dakokî li wan çeteyan dikin, xuyaye ji Yalçin Kuçuk hîn bûne ku Turkîyeyek Demokratîk ji Kurdistanek serbixwe çêtire. Ji Dogu Perinçek hîn bûne ku êrişî Pêşmerge û Ala Kurdistanê bikin û xebatê ji bo yekgirtîya dewletên dagirker bikin.

Bi rastî ecêb û gelek ecêb e. Ewên ku duh di nav PKKê de bûn,  îro bi navê ronakbîr, nivîskar û bêalîbûnê kêfa dijminan tînin û êrişî Pêşmerge û Hikûmeta Kurdistanê dikin.

Gotinek Mihemed Maxut heye dibêje: Heke ji mirovê bêqimet dûr bî, saxlem î. Ez çawa dikarim ji hemî Ereban dûr bim?

Erê babam, heke Kurd jî bixwazîn bi saxlemî bijîn, bila ji mirovên durû û Cehşên Modern dûr bin. Çunkî penceşêra herî xirab ew in wesselam.

Kurdistan

About The Author