Kaydavyan qûş li wan qetand

Xaçatûryan Kurdosyan

Alîkarê Serokê Partîya Taşnak a Ermenî û Wezîrê Tûrîzma Lubnanê Avadîs Kaydanyan, ji televizyona Lubnanî MTV re axivî, nêt û helwesta xwe ya di derbarê Tirkiye û Tirkan de eşkere kir û da lotikan. Kaydanyan bi lotik û zîtirkên xwe qûş li Tirkan qetand û ew virikî kirin.

Avadîs Kaydavyan, di axavtina xwe de got: „Bi şeş telaqên jinberdanê ez ji Tirkiyê hez nakim, ji bo min Ermenistan di ser Lubnanê re ye. Halîhazir li Tirkiyê pirsgirêk pir in. Ev pirsgirêk û zehmetî ji bo Tirkan rewşek xirab e, lê ji bo me (Ermenîyan) fersendek baş e. Ez ji vê rewşa Tirkiyê pir bextewar im, çunkî ez ji Tirkan hez nakim. Gava ez li Tirkan dinerim diz, zinêkar, teşqelcî û dolheram tên ber çavê min allahwekîl“ û pêde çû,

Wezîrê Tûrîzma Lubnanê Kaydavyan, di dewamîya axavtina xwe de herweha got: „Ji dûr yan nêzîk, ez tu tiştekî go girêdayî Tirkiyê be teşwîq nakim. Ez tu tiştekî Tirkan pêşniyaz nakim. Û herweha naxwazim bi Tirkan re bidim û bistînim. Helbet wek ferdekî ez nikarim rê li ber hatina Tirkan a Lubnanê bigirim. Lê ez naxwazim li balafirxaneyê pêşwazîya wan hêkên xerabe bikim babam“ û da lotikan.

Ez serê we neêşînim kezebno, ji xeynî me Kurdên xwelîser, tu kesek ji Tirkên çeqilmast hez nake. Tenê hinek Kurdên me qûna wan dalêsin û ji wan re dibin dûvê kerê wesselam…

Lubnan

About The Author