Erdogan deyndarê Kurda ye…

Rojhat Amedî

Divê Erdogan serxwebûna Kurdistanê nas bike !

Piştî encamên hilbijartinên referandûmê rastiyek ket ber çavên me; Kurd hêdî dizanin çi dikin. Dengdarên Kurd ku bi dengên xwe ji referandûmê re gotin erê, nayê wê vateyê ku ew siyaseta Erdogan û partiya wî AKP pesend dikin.

Li vir 3 mercên balkêş hene ku divê mirov li ser bifikire;

  1. Kurd hêdî dengê xwe nadin partiyek wek CHP, ku ji tevaya problemên sedsala derbasbûyî û ji sîstema kevin ya gemar berpirs e û di encama siyaseta wê de bi sedanhezaran Kurd hatine qetilkirin û rastî dirindetirîn asîmîlasyonê mane..
  2. Kurd hêdî dengê xwe nadin partiyek wek MHP, ku temsîliyeta  nijatperestiya Tirkan dike…
  3. Kurd kartek sor dan siyaseta çewt ya PKK, ku ew hêdî nema dikarin di meydana siyaseta Kurdistanê de siyaseta caran li ser Kurdan ferz bikin û bibin sedema kuştina hemwelatiyên Kurdistan û têkçûna bajar û gundên wan..

Loma Kurdan carek din niyeta xwe ya pak û aştiyane nişanî Erdagan û partiya wî kirin. Her çendî di encamên hilbijartinan de dengên erênî li bajarên bakurê Kurdistan bi şêweyekî zelal dikevin ber çavan jî, lê divê em bizanibin ku dengên Kurdan li metropolên wek Istanbul, Ankara û ji deverên din jî di hilbijartinan de bûn sedema serketina Erdogan.

Gelo wê nuha çi bibe ?

Divê em ji perspektîva xwe ya Kurdan seyra tabloya ku hatiye pêşberî me bikin; Kurd li hêviya çareseriyê ne. Divê Erdogan û partiya wî zûtirîn dem ji bona çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê dest bi pêvajoyek nû bikin….

Divê Erdogan û partiya wî bizanibin; her çendî bi îttîfaka MHP beşdarî hilbijartinan bûbe jî, lê dengdarên MHP Erdogan bi carekê xapandin….

Eger di qonaxa hilbijartinan de Erdogan beyanatên tund li dijî Başur, ke wate li dijiyê Kurdan nedana, bêguman wê encama hilbijartinan ne %52 lê bêkêmayî %55 bibûna…

Ji bona wê yekê divê bê tirs, bê qeyd û şert pêvajoyek nû zûtirîn dem bê destpêkirin.

Di destpêkirina pêvajoya nû de divê rola tevaya aliyên siyasî bê dîtin.

Çênabe ku pêvajo tenê bi yekalî bê meşandin…

Hinek gotgotok têne guhên me, ku Erdogan di pêvajoya nû de wê hêzên siyasiyên oldar nêzîk AKP esas bigre, bêguman ev xelet e…

Divê tu kes li derveyî prosedura pêvajoyê nemîne…

Her çendî rêxistina PDK li bakurê welatê me zeîf be jî, lê siyaseta PDK li seranserî bakur dikare bibe bingeha gorankariyên esasî…

Tevî ev rastiya hanê jî, divê hemû aliyên siyasî wek PDK, HÜDA-PAR, HAK PAR, PAK, PSK û BDP bihevre rewşa nû binirxînin û beşdarî pêvajoya nû bibin…

Beyanatên Erdogan û Binali Yildirim yên li ser encama hilbijartinê diyar dike, ku ew jî dibînin ew bi dengên Kurdan xilas bune. Lê divê zûtirîn dem vegerin ser pirsên çareserkirina meseleya Kurd û Kurdistan.

Di heman demê de divê Erdogan û partiya wî zûtirîn dem ji bona qebûlkirin û naskirina serxwebûna Kurdistana başûr bi serokayetiya başûrê Kurdistan re bikevin têkiliyan.

Kargirtina  xalên jorîn dibe sedema çareserkirina pirsên sedansalî û pêşketina Turkiye û Kurdistan.

Eger na, rojên tarî li pêşiya Turkiyê xilas nabin û AKP jî wê winda bike…

 

Peyama Kurd

About The Author