Piştî çûna te

Piştî çûna te,

di nav xwarinê de ez hew li pîvazê geriyam,

beloh, mergeya pîvazan û kutilk bi min xweş hatin.

Piştî çûna te,

hesp hew hatin fahl,

bizin ji nêrî reviyan,

beranan kamîkaze kirin li ser mîhên fahîşe.

Piştî çûna te,

klîma ket hundiran,

xewa ser xanî û textan demode bû,

kelmêş derketin duaya ceryanê.

Piştî çûna te,

zarokan di ser gûyê xwe de hew stran gotin,

ji nebûna senfoniya zarokan mahdê mirîşkan hew çû gûyê bin qûna wan.

Piştî çûna te,

pîrekan terka fesadiya ser tenûran kir,

nanê tenûrî bê nifir emirqutî bû,

agirê tenûrê tesîr li bacanên birajtî nekir,

bacan tenê qemirîn, hundirê wan xavî ma.

Piştî çûna te,

deh caran min destmêj girt,

çûm ser şujdê,

lê şeytan bi min keniya.

Piştî çûna te,

di berbanga her sibehê de min sixêf û xebar ji meleyan re da,

li ber azana wan bê xew û bê xewn mam.

Piştî çûna te,

ferqa kîrê min û xiyaran nema,

tenê min li wî nêrî,

wî jî li min,

weha stuxwar,

weha belengaz.

Piştî çûna te,

pêxember ketin mala xwedê,

xwedê şûtîtazî ma,

bê ayet,

bê kitêb.

Piştî çûna te,

pişt bi min ve nema,

min li qûna kê nêrî pişta min êşiya.

Piştî çûna te,

derketim parsa evînê,

evîn li mal bû,

lê deriyê wê girtîbû,

Piştî çûna te,

kaniya Aliya bû tahtik û sibêlê min bû dûvê beranan.

Piştî çûna te,

ji berzika xwe min du gulî çêkirin,

mîna her du guliyên porê te.

Piştî çûna te,

jinên vî bajarî mêrên xwe qewirandin,

him bûn jin, him bûn mêr ji bo xwe.

Piştî çûna te,

emirqutî bûn zarokên min,

ne min xêr ji wan dît,

ne wan ji min,

gunehê wan ket stuyê te.

Piştî çûna te,

musliman waftîz bûn,

xirîstiyan sunet,

cihûyan di ber de jêkirin,

zuriyet hew bi pey wan ket.

Piştî çûna te,

dîn bi biaqilan re zewicîn,

kerr bi kwîran re,

gêj bi qopan re.

Piştî çûna te, q

antir avis bû,

cot anî,

yek mê yek nêr.

Piştî çûna te,

jinan simbêl berdan,

mêr bûn kose.

Piştî çûna te,

bêhişî bû desthilat,

ehmeq derketin ser text,

bext mir,

aqil di nav mejî de fetisî,

zana xurifîn,

Piştî çûna te,

mêran yekjinî parast,

jinan pirmêrî.

Piştî çûna te,

masî ji avê,

morî ji axê,

însan ji însanetiyê xeyidî.

Piştî çûna te,

vîrus ket kurdan,

min ew format kirin,

kurd bi kurdî peyivîn li pey te.

Yanî piştî çûna te,

av çû qûna min,

av çû qûna te,

av çû qûna me…

About The Author