Cehşên Akademîsyen

Elî EWNÎ

Dîroka cehşetiyê li Kurdistanê kevnar e. Cehşetî herdem di çarçova cehşetiya çekdarî de bûye. Hikumetên dagîrkerên Kurdistanê herdem ji bo girtina beroka bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê, leşkerê cehşan ji Kurdan bixwe pêk aniye. Girupên çavbirçî, nexwenda û nezan ji gelê me bixwe tevger û çekdar kirine û li dijî gel derxistine.

Dagîrkerên Kurdistanê di warê hejmar de herdem karîne hêzên çekdarên zêdetir ji hêza pêşmergeyî û azadîxwazan pêk bînin. Hokarê sereke yê zêdebûna cehşêtiyê, ku di bin fermana dagîrkeran de li dijî gelê xwe şer kirine, ji derveyî hinek kêmasiyên bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê ya di warê lojîstikî, hizrî, ragihandin, şiyana rêkxistin û darayî (mali) û çek de, nebûna ruhê neteweyî ye. Eger Kurdistanî xwediyê ruh, serweriya neteweyî û desthilata xomalîya xwe bûna, dagîrkerên Kurdistanê nedikarîn weqasî hêza cehşan kom bikin.

Di nav gelên serdest û xwedî serwerî de jî kesên kirêgirtî û xwefiroş hene. Weke mînak, di dîroka Rûsya de xelk hebûn ku ji bo berjewendiya welatên din li dijî welatê xwe casûsî kirine. Mirovên Elman hebûn ku ji bo Birîtanya casûsî kirine, kesên Emerîkî hebûn ji boy peran casûsî ji bo Rûsya kirine. Ev diyarde li hemî derên dunyayê hebûn û heye jî. Lê ew karê take kesan e, tu caran rûnedaye ku ew kar bi tabûr û betalyonan bê kirin. Ji ber wê jî, jê re tê gotin sîxurî an jî casûsî, ne cehş û kirêgirtî.

Hokarên wê çendê ku herdem li Kurdistanê hejmara cehşan ji kesên tekoşerên azadiya Kurdistanê  zêdetir bûye, ji aliyekî xwe dispêre nerewşenbîrî  û nexwendebûna civakê. Di aliyekî din de jî xwe dispêre nebûna serwerî û desthilata Kurdistaniyan bixwe.

Heya asta xwendevanî û rewşenbîriyê li Kurdistanê kêm bû, xwendevanên bijarde (elît) zêde nebûn. Dagîrkeran seba pêşîgirtina riya tekoşerên azadiya Kurdistan ê, bi şêwazên cûrbecûr siyasetvan û rêberên Kurdan dibirin ber sêdarê. Herwesa, şêwazên terora cesteyî û hizrî li dijî rêber û kadirên siyasiyên Kurdistanê bi kar anîne. Digel vê jî, herdem bi riştina pere û alîk (êm) xwestine bizava rizgariya Kurdistanê kontirol bikin.

Piştî ku li Kurdistanê xwendevanî geş bû, di aliyê din de jî cûreyek ji desthilata xomalîya Kurdistanî li başûr pêk hat, ku yek çarêk ji sedî ye xwe li ser lingan ragirtiye. Kurdistanî gav bi gav hînî tama serweriya xwe dibin. Dagîrkeran jî ev yek fêhm kiriye ku nifşek nû li Kurdistanê pêdigehe ku êdî henekên xwe bi jêrdestî û dewletên dagîrker dike, ji mirinê natirse û bi her awayî ber bi serxwebûnê ve diçe. Ji ber vê jî, dagîrkerên Kurdistanê modela cehşkirina Kurdistaniyan û şêweyê dijatiya bizava rizgarî û serxwebûna Kurdistanê guhertine.

Berê, dagîrkerên Kurdistanê tabûr, lîwa û leşkerên çekdarî ji Kurdistaniyan pêk dianîn. Piraniya wan kesên ku dibûne cehş nexwende bûn, dijatiya wan tenê bi çekan bû.

Niha li başurê Kurdistanê dibînîn ku her sal bi sedan qutabî ji parçên din ên Kurdistanê li zanîngehên başûrê welêt tên wergirtin û bi ruhê Kurdistanîbûnê tên perwerdekirin. Bêguman, dagîrkeran jî şêwazê xwe yê dijminatîkirina Kurdistanê guhertiye. Baştir eve bêjin şêwazek din afirandiye û li ser xermana (firêze) cehşandina civaka Kurdistanê zêde kiriye. Ev jî di riya berhemanîna cehşên akademîk e. Herwesa, avakirina sazî û rêkxirawên bi navê Kurdistanê, ku li şûna tekoşînê ji bo azadiya Kurdistanê bikin, kar ji bo bêhêvîkirina Kurdistaniyan dikin. Rûyê xwe ji pirsa Kurdistanî wergerandine pirisgirêka desthilatiya li paytextê, ku ev jî di navbera dagîrker û dagîrkerê din de bûye rengê hevrikiyek din.

Ev welatên han, ji bo pêşkêşkirina birwanameyên doktora ji hinek kesayetiyên herifî re gellekî sexî û comerd in. Di destpêkê de bi  ragihandinê rê jê re vedikin, hindekî li dijî dagîrkeran biaxivin, wesa xwe derdixin ku li dijî desthilatdariya Turk, Faris û Ereb in. Pêre jî, ji ber ku pêşnavê van doktor e, bi navê akademîk, li dijî hebûn û vemana Kurdistanê, dest bi nivîsên seyir û semere dikin. Dagîrkerên Kurdistanê jî, wek ramana kesên akademîk û hingivê nav daran, bi hezaran cûr wan kes û xwedêgiravî rêkxirawên bi navên akademîk û nîştimanî bikar tînin û li dijî Kurdistanê wan mezin dikin.

Ev cûre cehşên akademîk êrişî hemû pîroziyên Kurdistanê û hebûna netewa Kurd dikin.

Rola wan di xebata rizgariyê de bêhêvîkirina Kurdistaniyan e. Ev cûre kes ne lêkolînvan in, belkî çewaşekar (manipülatör) in. Di rastiyê de ev kes nexwende ne, kincên fireh ên akademîk li xwe kirine. Wek wê çêleka ku zînê hespê li pişta wê kirine. Karê van cûre cehşan çewaşekirina dîrok û rastiyên Kurdistan û gelê wê ye.

 

Peyama Kurd

About The Author