Ew jî daket xişxişê

Kevîn Kurdson

Profesor Stephen Hawkîng ku piştî Albert Einsteîn wek fîzîkzanê herî mezin tê dîtin, peyamek da mirovatîyê û bal kişand ser kurtbûna temenê dinya û mirovatîyê. Hawkîns, hevpeyvînek bi BBC re kir, da lotik û zîtirkan û bal kişand ser nexweşî û pirsgirêkên dinyayê.

Stephen Hawkîng, berî niha bi serê Albert Einstein sûnd xwaribû û gotibû:“ Bi namûsa mêrê berê, temenê dinyayê tenê hezar (1000) sal maye“ û dabû lotikan. Lê xuyaye mêro poşman bûye û temenê dinyayê ji hezar salî daxist 100 salî.

Wek hûn zanin, PKK û hevallerên me bi dûrişma „serxwebûnê“ derketin holê û dest bi lotikên şoreşgerî kirin. Piştî 40 salî  dev ji serxwebûnê berdan û doza şikeftên ekolojîk-demokratîk û civatek berî deh hezar salan kirin. Ango, ji serxwebûnê daketin xişxişê û di kodika Kurdan de rîtin.

Îcar xuyaye ev jî mesela Profesor Stephen Hawkîng e.

Hawkîng jî temenê dinyayê hezar sal nîşan dabû. Lê niha dibêje „temenê dinyayê 100 sal maye û divê mirov li çara serê xwe bigerin“ filan û fîstan.

Li gor fîzîkzanê Ingilîz Stephen Hawkîng, tenê 100 sal temenê mirovatîyê maye û divê mirov ji xwe re li dinyayek nû bigerin. Hawkîng, daxuyand ku heke mirovatî dixwaze neslê xwe berdewam bike, divê di nava sed salî de ji xwe re gerstêrk û dinyayek nû peyda bike. Di nava vê sedsalê de heke mirovatî ji xwe re war, gerstêrk yan dinyayek nû nebîne, wê têk biçe, wê neslê mirovatîyê biqele û ker di dêya mirovatîyê ne.

Law oxlim, ma hewara  te û sedsalîya dinyayê bû?

Law ma hevallerên me karin di nava sed salan de Konfederasyona Rojhilata Navîn pêk bînin oxlim?

Ma em karin di nava sed salan de bratîya gelan, civatek ekolojîk û demokratîk pêk bînin oxlim?

100 sal kuro!

Law tu li ser soza xwe mabûya û te temenê dinyayê di hezar salî de bihişta ne  bixêrtir bû kundir!

London

About The Author