Kî dibê Kurd nabin pîlot?

Hesen Keleş

Dewletên dagîrker ji roja ku Kurdistan parçe bûye û hetanî bi îro, her û her antî propagandaya Kurdan kirine, ew piçûk xistine, di serê xelkê de pirs hiştine û gotine „Kurd nikarin bibin tiştek“ „Kurd nikarin dewletê birêve bibin“ filan û bêvan. Evê antî propagandaya gennî û kirêt helbet bawerî û moralê gellek Kurdên me jî kiribû şorba nîskê û bawerîya wan şikenandibû. Halbûkî Kurd di her warê jiyanê de jîr in, jêhatî û şareza ne.

Axir…

Keça Kurd Wertî Ebûbekir (26) li Danîmarkayê mezin bû, xwend û bû pîlota balafirê. Wertî Ebûbekir, bi şîrketa Iraqê re peyman îmze kir û di dîroka Iraqê de bû yekem pîlota jin.

Irak Havayolları ile sözleşme imzalayan 26 yaşındaki Kürt pilot Wertı Ebubekir, ülke tarihinin ilk kadın pilotu..

Êêêêêê, ê de ka bêjin oxlim:

Kurd karin bibin pîlot yan nikarin?

Min di we û derewên we kirino, ka we digot Kurd nabin tiştek?

Hûn dev ji zilamên Kurd berdin, jinên Kurd dibin pîlot û wê qeraseya balafirê difirînin ber perê asîmanan oxlim.

Aha Kurd ev in haaaaaa!

Kîne emmmmmm!

Kopenhagen

About The Author