Ew jî çû

Mihemed Soran

Erê felekê, ev dinya ji kesî re namîne. Bela kes kêfa xwe neyne û nebêje ezê nemirim..

Serokê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa ji ber nexweşiyê û di 73 saliya xwe de koça dawî kir û berê xwe da axreta gewrik.

Newşîrwan Mistefa ji sala 2009 heta 19ê Gulana 2017 Serokê Giştî yê Tevgera Goran bû. Qeraseyekî zilaman bû û bi taybet kêfa Nûrî Malikî, Melayên Tehranê û PKK pir jê re dihat, dost û destebrakên hev bûn.

Xalê me Newşîrwan yek ji damezrênerê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) û endamê polîtburoya wê bû. Bi Mam Celal re gellek caran goştê elokan xwaribû. Piştî ku dilê wî ji lotik û zîtirkên YNK xelîya û pê zikêşî bû, ji YNK veqetîya û Tevgera Goran ava kir.

Li gor fitne û fesad bextê xwe xirab dikin û dibêjin, rehmetîyo ji derdê PDK û Barzanî bi nexweşîyek giran ketiye, evê nexweşîya malkambax zora xalê me Newşîrwan biriye û jê re gotiye êdî bes e kaka.

Xalê me Newşîrwan Mistefa, sala 1944 li Taxa Serşeqam (Berxaneqa) ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bûbû. Di destpêka salên 1960î de dest bi çalakiyên siyasî kir, yekemîn jiyana wî ya siyasî di Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de dest pê kir û heta bi îro hat.

Rehma xwedê li xalê me Newşîrwan Mistefa be, cîhê wî bihuşta baqî be û serê malbat û dost û hogirên wî sax be.

Silêmanî

 

 

About The Author