Heger eşq û evîn nebe, te emrê Hz. Silêman kiribe çi ye

Vî lawê lawê min sed û bîst û yek sal kiriye, lê mîna qantirekî tişt ji emrê xwe fêhm nekiriye.

Navê wî Swamî Sivananda ye û ji Hindistanê ye.

Û tew ne eyb û ne fedî, ji xelkê re dibêje, „Ji bo hûn jî wek min emrekî dirêj bikin ji evînê dûr bisekinin…“

Hey qûnde!

Heger eşq û evîn nebe, te emrê Hz. Silêman kiribe çi ye nekiribe çi ye? (Ez bejna xwe ya rep li ber Hz. Silêman ditewînim, ji ber ku camêr emrekî dirêj kir lê heqê wî emrî jî da.

Xêr û guneh ne di stuyê me de be, te dî oldar-bawermend dibêjin; xwedêgiravî Hz. Silêman ji bo kêfa kîrê xwe hemû cinên xwe şandine ser rûyê erdê û ew temî kirine ku li seranserê dinyayê çiqas jinên xweşik û bedew hebe wan bînin meqamê min…)

About The Author