Bang û feryada du Kurdên zindankirî

Zanyar Moradî û Loqman Moradî (Kurdên Rojhilat) ji 2009an ve di zindanên bajarê Tehranê de ne. Rayedarên dewleta Îranê bi sedema endametîya Partîya Komala, ev herdu xortên Kurd avêtine zindanê û ji alî Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi cezayê şeniqandinê hatine cezakirin. Bi ser ku di derbarê wan de tu delîl û belgeyên sûcdarîyê di destên rayedarên Tehranê de tunebin jî, serbest nayên berdan.

Herdu xortên Kurd di bin êşkenceyên giran de îfadeyên zorakî didin û rayedarên Tehranê jî li gor van îfadeyên di bin êşkencê de wan gunehbar dibîne. Bi ser ku şahid û çavdêrên Zanyar Moradî û Loqman Moradî hene ku ew bê sûc û bê guneh in jî, rayedarên Tehranê guh nadin wan şahid û çavdêran û ji bo ku sûc û xeletîyên xwe veşêrin, Zanyar Moradî û Loqman Moradî wek sûcdar dibînin. Zanyar Moradî û Loqman Moradî, ev 8 sal in li benda edalet û dadwerîyê ne.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, xwe gihandin nameya ku Zanyar Moradî û Loqman Moradî ji awira gelemperî re nivîsandine.

Name bi vî awayî ye:

Ev 8 sal in bi şev û roj em bi tirsa îdamkirinê dijîn. Dadkirina me herî dawîn berî 3 salan çêbû. Îstîxbarata Îranê û dadwerîya wê, di derbarê me de ne xwedîyê tu delîl û belgeyan e, bi ser de şahid û çavdêrên me jî hene û bêsûcîya me disediqînin.

Buroya Îstîxbarata Sanandajê 8 sal in dek û dolab, lîztik û planên polîtîk li serê me digerîne. Û em qurbanên dek û dolabên Buroya Îstîxbarata Sanandajê ne. Mirov tenê di bin sîya cezayê îdamê de wateya jiyanê fêhm dike.

Di 23 Tîrmeha 2017an de parêzerê me Saleh Mîkbakht, di doza me de hinek belgeyên bê wate û kêm dîtin. Ji bo ku di dadgehê de masûmîyeta me bê eşkerekirin, şahid jî jî hebûn û îfade jî dan. Kêmasîya delîl û belgeyan masûmîyet û bêhunehîya me disediqîne.

Di dema lêpirsîna dadwer de gotina „di derbarê sûcdarî û tohmetan de tu delîl nehatine dîtin“ masûmîyet û nesûcdarîya me disediqîne.

Pir eşkere ye, hemû îddîayên ku di derbarê me de hatine amadekirin, li ser bingeha êşkenceyê ava bûne. Şop û bandora êşkenceyên ku me dîtiye li ser giyan û bedena me berdewam dikin, ji ber wan êşkenceyan bi şev û roje m kabûsan dibînin.

Di wan 10 mehên ku em di Navenda Îstîxbarata Sanandajê de girtî mabûn, ji derveyî tohmeta ku bavê me çalakvanekî siyasî ye, tu tiştekî din tunebû. Di 9 mehên pêşîn de em her bi endametîya Partîya Komala hatin sûcdarkirin.

Sedema bingehîn a amadekirina vê dosyaya şanogerîyê ev e ku hikûmeta Îranê kîn û dijminatî li hember Zanyar Moradî dikir. Bavê wî çalakvanekî polîtîk û endamê partîyek mixalefet bû. Yekîtîyên Muhafizên Şoreşa Îranê çend caran li Kurdistana Iraqê sûîkast jî li bavê wî kiribûn lê bi ser neketibûn.

Ji bo ku Wezareta Îxtîxbaratê xwe ji tohmet û sûcdarîyên sexte, bê delîl û belge bişo û wê şermê nejî, naxwaze em bi dadî bên darizandin, em tên astengkirin. Ev demek dirêj e em di zindanê de ne, ev neheqîyek mezin e. Me hêvîya xwe ya dad û edaletê wenda nekiriye. Ji bo ku rastî eşkere û zelal bibe, em dixwazin di demek nêzîk de û bi awayekî adil bên darizandin.

Zanyar Moradî

Loqman Moradî

Girtîxaneya Rajaî Shahr

Karaj, İran

Gulan 2017

Peyama Kurd

About The Author