Psîko-Polîtîka Serxwebûnê

Digel hebûna nehêniyên gerdûn, erd û mirovan ku nehatine zanîn, serpêhatiyên bi milyonan salan ên ketine ser hev hin tiştan bi awayekî zelal ji me re vedibêjin. Mîna dema ku em pênaseya ‘tiştekî’ dikin, em xalên ku li ser sînorê di navbera taybetmendiyên  ‘xwe’ û yên ‘ne ji xwe’ zelal dikin. Eger hemû ‘tişt’ sînorê di navbera ‘hemû tiştên’ ne ji xwe de bi awayekî zelal diyar bike, ‘yek e û heye’. Heyîna ku di vê çarçovê de herî xwedî girîngî însan e.  Xwezaya însan a ku di têkiliyên kesên herî nêzî xwe de jî dixwaze weke ‘xwe’ bimîne, ji aliyê fizîkî ve ‘mirinê’ û ji aliyê psîkolojîk jî ‘tunebûnê’ li hemberî hebûna xwe weke metirsiyên herî mezin dibîne û têdikoşe.

Însan, xwedî hunereke wisa ye ku bi guncanîbûneke maksîmûm, hînî şert û mercên minîmal bibe. Di bingeha vê hunerê de domandina hebûna xwe heye. Însanê ku hînî şert û mercên ku tê de dijî bûbe, di dema metirsiyeke jiyanî de bi awayekî ku qet jê nayê hêvîkirin, di şertên giran de berxwedanekê nîşan dide, paşê hîn dibe û dimîne li ser jiyana xwe. ‘Însanên mucîze’ ku piştî qezayên cidî, nexweşî û îşkenceyên giran, li ser rûyê erdê li her çar aliyên cîhanê çîrokên têrbalkêş yên li ser mana jiyanê hatine tomarkirin. Têkoşîna jiyanê ya li hemberî ‘tunebûnê’, bingeha diyalektîk a hişên me ye.

Baş e, ligel vê ravekerina me ya kesayetî, aliyê civakî çi ye û çawa ye? An jî meseleya ‘hebûn/mirin-jiyan’ a civakê ku ‘hebûna însan’ a kolektîf e, di kîjan awayî de ye? Sûdê tê de heye dema ku em li bersiva van pirsên ku lê digerin, bi vegotina têkiliya dualî ya di navbera civak û şexs de, destpê bikin.  Divê em teqez bibirbixin, dema ku têkiliya şexsî ya bi civakê re qels bû, rê li ber ‘xwekuştin-xwesteka tunebûnê’ vedike û dema ku civak ku ji kesayetan pêk tê ji vê mutewayê qut bû, rewşa ‘kirdeyekî kolektîf’ ji holê radike. Di tevahiya nirxandinên sosyo-psîkolojîk ku di serneketinê de şaşiya ku têkiliya di navbera şexs û civakê bi awayekî yekalî hildigire dest, hevpar e.

‘Civak’ di derbarê mirovan de ye û ji ber mirovan e. Ji ber wê yekê divê neyê jibîrkirin ku di tevahiya mijarên civakî de hêmana ‘bingehîn’ însan e. Însanê ku ajoya  wî ya herî bihêz ‘bi xwe û heye’ ye, vê taybetmendiya xwe vedigûhêze civaka di nav de dijî jî. Civak jî wek her zerreyeke xwe dixwaze ku bêhn vede û wergire, bê  xwedîbûn, hêwirîn, qebûlkirin û hezkirin. Weke subjeyeke kolektîf e, lêgerîna xwe pêkanîna xwe di civakê de jî dide der. Qebûlkirin û xwepêkanîn, xalên sereke ne ku civakê ji qelebalixiyê cuda dike. Civak, li gor xwezaya xwe dixwaze bibe xwe û bê naskirin.

Însanên ku civakê pêk tînin, piştî ku hat ser rûyê erdê, dixwaze rabe ser lingan, bimeşe, biaxive û xwe vebêje.  Însan, dema ku we pêdivî li şûna wî/wê bicih anîn, hunerên xwe ji dest dide, dibe obje û nexweş dikeve. Zarok hê ku zarok her tiştî fêm dike û dema ku we li şûna wî bêyî wî pêdiviyên wî pêkanîn, hûn dibin sedema wê yekê ku demek dirêj neaxive û gelek zêde xwe tev nede. Hindî ku karên xwe pêk bîne, serpêhatî bidestxist, daxwaza wî ya azadiyê bihêz dibe. Dibîne ku hebûn bi hişkî girêdayî xwebûnê ye û dixwaze vê rewşê bi pêş de bibe.

Civak jî wiha ye. Xwebûn, azadî, çalakbûn û objebûn an jî ‘serxwebûn’ ku tevahiya van li xwe digire. ‘Serxwebûn’ qonaxa ku ji civaka hebûna mirovên kolektîv pêk tê ye, ‘xwepêkanîn’ e û qonaxa herî girîng e. Dîrokê bêyî cudahiya ziman, reh, bawerî, erdnigarî û reng civakên ku lêgerîna ber bi serxwebûnê ve li xwe digirin, tomar kirine herwiha mekanîzmayên mêtînger yên ku dixwazin ser vê rastiyê bigirin jî.

Netew, ji bo civakê, him çekeke xweparastinê ye ku civakê li hemberî tehakûma ‘derve’ diparêze, him jî hevgirtina subjeyê, xweseriya wê û weke nîşaneya hêza wê xizmetê dide. Misogeriya jiyanî ya hebûnê ye. Têkoşînên serxwebûnê û pişt re jî netew, azadiyeke jêveneger û riyeke xwepêkanînê ye. Serweriya netewî, diyarkirina çarenivîsa xwe û bidestxistina azadiya xwe ji ‘tehakûma biyanî’ ye û bi vî awayî nîşaneya teqez ya binketin û têkçûna mêtingeriyê ye.

Mînakên herî baş yên vê rewşê di arşîva serpêhatiyên sosyalîst de cihê xwe diparêzin. Gotina netewîbûnê, jibilî rewakirina têkoşîna rizgariya ji bin destê hêzên mêtinger, weke navgîneke birijdbûna li ser cudahî û otonomiya serpêhatiyên welatan, ji modelên hêzên sosyalîst jî kar dîtiye.

Şoreşa herî mezin, li Rûsyaya Çarîtiyê çêbûye û derbasî sîstema sosyalîst a sowyetê bûne. Hemû tevgerên sosyalîst ên li her deverên cîhanê him ji bo alîkariya îdeolojîk û him jî ji bo alîkariya lojîstîk ev der weke navnîşan  dîtine. Lê, civak-netew, karaktera sereke ya ‘xwe’ bi teqezî pêdiviya parastinê hîs kiriye. Mînak, dema ku tecrubeya sosyalîst bo Çînê hat veguhêstin, nasnameyeke Maoyî û Çînî lê hatiye zêdekirin, ev nasnameya netewî him birijd hatiye parastin û him jî serwerîziman bûye. Tu kesê taybetmendî û nasnameya netewî û civakî bi Çîniyan nedaye terkkirin. Heman rewş pişt re li Kuba, Vîetnam, Nîkaragua û li deverên din jî berdewam dike. Şoreşgerên van welatan jî ji bo ku xweserî û cihêbûna xwe deynin holê, karakterê netewî yê têkoşîna xwe derxistine pêş.

Di serdema me de, rojevên serxwebûnê yên Katalonya, Skoçya, Kurdistan ji ber van hemû sedeman aktuelbûna xwe diparêzin û mînakên sereke yên ‘subje-civakê’ ne. Hemû civak di haya wê yekê de ne ku pîvanga  xwebûn, başbûn, pêşketin bo ya baştir, serxwebûn e. Di encamê de; ji bo pêkanîna xwebûn û re-înşakirinê, serxwebûn rehabîlîtasyon e. Nexweşiyên ku di heyamên tabî û bindest de derdikevin, têkçûna beden û dorpêçbûna laş bi edabê; bi qutkirina têkiliya bi yê tabî ve tên sekinandin û paşê jî başbûn û pêşveçûn dest pê dike

Dema we tevgerên kesên ku bûne bindestê madeyên hişberî û modela karaktarê civakên bindest da ber hev û vekola, hûn dê ewqas wekheviyan bibînin ku hûn nikarin texmîn bikin. Ev mijara nivîseke din e, lewma ez nakevim nav hûrgiliyan, lêbelê ev rewşa ku hebûn ber bi tunebûnê ve diçe, kurtasiyeke jiyanê ye ku ji bo ‘yê serdest’ tê xerckirin, kesayetî jî be û civakî jî be.

Ji ber van hemû sedeman gelek girîng e û sûd tê de heye ku Kurdistanî li ser vê rojeva ku li pêşiya wan disekine rawestin û helwesteke rast bigirin. Tevî ku dîroka mirovahiyê mînakek jî tomar nekiriye, nêzîkahiyeke bigûman û neyînî li hemberî sûbjebûn û serxwebûna xwe, tê wateya dahatûyeke bindest, nexweş û têkçûyî. Di mijareke ewqas girîng de ku wê di demeke kurt de milyonan û di demekî dirêj de jî  bi dehmilyonan eleqedar bike, nabe ku kesên pêşengiya siyaset û civakê dikin, di vê mijarê de bêberpirsyariyê bikin.

Azadî, hebûn e…

Basnews

About The Author