Prosesa Serxwebûna Başûr

Abit Gürses

Ez jî wek bi milyonan Kurd bi biryara Referandûma Kurdistana Başûr gellek şa bûm.
Xewn û xeyala dozeke 200 salî li parçeyeke Kurdistanê dibe rastî.
Milletê herî mezin ê dinyayê ango sêwiyên dinyayê ku bê dewlet hatine hiştin dê bigihijin miradê xwe. Bibin xwedî dewlet. Û hêlîneke ewle û aram bo hemû Kurdên li cîhanê ava bikin!
Ev hêlîn, dê bibe temînata pêşeroja milletê Kurd li seranserê cîhanê…
Gava Referandûma Serxwebûna Başûr, gaveke dîrokî û pîroz e!
Ev gava giring, ne bi tenê tesîr li dewletên ku Kurdistanê dagîr kirine, dike, herweha li gel wan, mirov dikare bêje hemû dinyayê alaqadar dike…
Serxwebûna parçeyeke Kurdistanê, ji ber dijminatiya tund û hişk ya Tirkiye, îran, Iraq û Sûriye hemû  dinyayê alaqadar dike û dihejîne!

Serxwebûna Kurdistanè naşibe tu tevgerek millî û azadîxwaz li hemû cihanê.

Rewşa rizgariya Kurdistanê hem gellek kompleks (tevlihev) hem mustesna (unik), hem jî pir basît e.

Kompleks e, ji ber ku interese û berjewendiyên gellek dewletan û dostên wan têk dide.
Basît e, ji ber ku mafê tabiî (sirûştî) ya milletekî qedim û mezin e!

Piştî van tesbîtan dixwazim bêm ser xaleke giring ku bi raya min di vê prosesê de divê serokatiyên PDK û YNK û partiyên din pir bala xwe bidin, dîqett bikin.

Ez gellek hez ji Barzaniyê mezin, Melle Mustafa Barzanî dikim.
Bêgûman li nav malbata Barzaniyan beriya Mustafa Barzanî jî li pey wî jî gellek mirovên hêja, zana, qehreman hatine.
Ev malbat ji bo doza Kurdistanê gellek têkoşaye, bedelên mezin daye!
Her çend roja îro pêşengiya gava dîrokî û qederî ya Serxwebûnê li ser milê Mesûdê Barzanî da be jî;
Divê ne malbata Barzanî,
ne dostên mala Barzanî,
ne PDK
û ne jî dilsozên wan
meseleya Serxwebûna Kurdistanê nexin qalibê mala Barzanîyan!!!

Serxwebûna Kurdistanê ji mala Barzanî,
ji mala Talabanî,
ji PDK,
ji YNK,
ji hemû partiyan,
ji Mam Celal,
ji Kak Mesûd,
ji her eşîrekî,
ji her terîqetekî,
ji her parçeyekî Kurdistanê
mezintir e!
gewretir e!
giringtir e!
pîroztir e!

Sîyasetmedarên hêja yên nav partiyan bi taybetî jî pêşeng, kadir û endamên PDK û YNK bila gavên serxwebûna Başûr nekin propagandayên basît yên şexsan (kesayetiyan) û partiyan!…
Bê guman lîderên me hêja ne;
Bê guman partiyên me hêja ne;
Lê belê xebat, têkoşîn, êş û azarên ku milletê me di rêya serxwebûn û azadiya Kurdistanê da dane;
Şehîd, qurbanî û bedelên ku ji bo doza Kurdistanê hatiye dayîn ji her kesî, ji her tiştî pîroztir û hêjatir e!…
Iro rêzdar Kak Mesûd serok e, belkî sibe navekî din, şexsekî din bibe serokê Kurdistanê. Layane ye, mimkin e, muhtemel e, dê sibe navê serok bê guhertin lê belê navê Kurd û Kurdistanê, navê millet û welat û dewletê nayên guhertin!
Ji bona vê yekê di pêvajoya serxwebûna Başûr da pîvana her Kurd û Kurdistaniyekî/ê divê bibe;
Millet
û welat!…
Ango;
Kurd û Kurdistan!…

Çima min pêwistî bi nivisandina nivîseke weha dît?
Ji ber ku ez dibînim gellek kesên şeqşeqçî dixwazin gava serxwebûnê ji kak Mesud, mala Barzanî û PDK’re bikin mal!
Rast e, derheqa serxwebûnê de helwesta kak Mesud gellek ron aşkere bû. Her weha ji ber pozisyona xwe pêşengiya gava serxwebûnê li ser milên wî ne, lê belê serxwebûna Kurdistanê ne bi tenê doz û daxwaza wan e!
Serxwebûna Kurdistanê doz û daxwazê milletê Kurd e!
Serxwebûna Kurdistanê doz û daxwazê hemû partiyên Kurdistanê ye!
Di kampanya referandûma serxwebûnê da divê her hêzek siyasî propaganda partî û lîderên xwe deynin aliyekî, bi hev ra li bin alaya Kurdistanê xebatê bikin!..

Ez nizanim ka ev dîtinên mitewazî dê bighijin cîhên pêwist yan na, lê belê li gor bîr û baweriya min divê beriya her kesi kak Mesud û serokatiya PDK û herçend Mam Celal nexweş e jî ew û serokatiya YNK prosesa serxwebûnê ji qalibê partî û lideran derxin, bixin kampanyayeke millî û Kurdistanî…
Kurdistan Welatê me ye!
Dewletbûn mafê me ye!
Partî û serok xizmetkarê Kurdistanê ne!

Rûpela Nû

About The Author