TAVA KURDAN HILTÊ

Rojev, germ dibe sar dibe, germ dibe sar dibe, dikele, dikele dipejiqîne.
Rojev, germ dibe sar dibe, germ dibe sar dibe, dikele, dikele, lê vê carê napejiqîne; ji vê kelê Kurdistanek ê çêbibe.
Bi salan e em bi xeyala Kurdistanekê dijîn.
Carina hêvî şikest, carina xurt bû, lê her bendewar bûn em.
Rojev, tu carî wek îro bi Kurdistanê nekeliyabû.
Û bêhna Kurdistanê pêl bi pêl seranserê dinyayê dîl digire.
Kurdistan nêzîk e…
Kurdistan gav bi gav tê…
Kurdistan ji başûr hiltê, ber bi rojava ve bilind dibe.
Û wê ji rojhilat û bakur re bilîrîne.

Birêz Trump gera xwe ya dinyayê bi Siûdî Erebîstanê dest pê kir.
Xalê Trump (Ji nuha şûn de em û israîlî ap û birazî, em û emerîkî jî xal û xwarzê ne. Loma jî Trump xalê me ye)
Erê, xalê Trump bi serdana qralê Siûdî Erebîstanê re xwest ji Ereban re bibêje, “Doh doh bû îro îro ye. Ji peyva min dernekevin û min go çi bi ya min bikin. Wexta dewleteke Kurdî hatiye û hûn ê dev ji neheqiya xwe ya bi salan berdin.”
Xalê Trump û rêhevalên xwe herçend fîstanê Ereban li xwe nekirin jî, teva şwîrê xwe bi wan re govend gerand.

“Hela werin vê govendê
Ev govenda şervana ye
Govenda azadîxwaza ye
Govenda mirovên bi namûs e”

Di vê meşa azadî û serxwebûnê de divê Kurd dev ji hesab mesabên biçûk berdin.
Mesele Kurdistan e û pêwist e her Kurd Kurdistanê di ser her hesabî re bigire; ji ber ku Kurdistan hesabê herî mezin e.
Nêrîna we çi dibe bila bibe,
îdeolojiya we çi dibe bila bibe,
baweriya we çi dibe bila bibe,
heger Kurdistan nebe, hûn ê li ber siya nêrîn û îdeolojî û baweriyên xwe tenê sêwî û stuxwar bin.
Ji bo azadiya fikrî-kesayetî-olî Kurdistaneke azad divê.

Li ser bakurê welatê min ewrekî reşxeniqî kon vegirtiye.
Mêjiyan çolbeyar dike nezaniya zanînfiroşan.
Ax li bêhna xwe digere.
Azadî jê direve.
Û di sîhûpênc salan de tenê sîhûpênc gavan jî ber bi azadiyê ve neçû, bakurê welatê min.
Guliyên çavxezalan li stuyên fêrizên bi heybet geriyan, bi hev re emirqutî bûn, di rêya Kurdistaneke azad û serbixwe de.
Ew keçên çavxezal, ew xortên mîna fêrizan, bi dilekî pak ketin pey rêya Kurdistaneke pak, lê ew paktiya wan di şevreşan de ji nêçîrvanên bêbext re bûn nêçîr, mixabin.
Her qop, her kulek, lê mîna kwîrekî ehmeq her li belengaziya xwe hilkumî.
Ket rabû, ket rabû, lê hîç li ser xwe needilî, bakurê welatê min.

Piştî xalê Trump vegeriya Emerîkaya xopan, qralê Siûdî Erebîstanê şwîrê xwe ji Îranê re kişand û ji rêhevalên xwe re go, yan ez, yan Îran, yan jî mirin.
Û “ez” ne tenê “ez” e.
Di “ez” ê de ez heme, tu heyî, ew heye, em hene, hûn hene, ew hene.
Anku di “ez” ê de Kurdistan heye.
Siûdî Erebîstan, Bahreyn, Misir, Yemen, Lîbya û Mîrîtiyên Ereb li dijî Katara hevalbenda Îranê dîwarek lêkirin û ambargo danîn ser.
De Xwedê bike ev bêbavina xwe bi xwe çavê hev derxin û hejmara mêjiyên kurmî û genî li ser rûyê dinyayê kêm bibe.
Diyar e rojev ê piştî kela başûr û rojava piçekî dakeve wê li hêla Îranê bilind bibe.
Û rojev ê ji Îranê re germ bibe sar bibe, germ bibe sar bibe, bikele, bikele û wê Îranê di nav xwe de biqelîne.
Li pêşiya Kurdistaneke serbixwe û yekbûyî, Îran girêka azadiyê ye û divê ew girêk vebe.
Û ew ê vebe jî.

Û dawî…
Anku fînal,
Bi qasî govenda xalê Trump ya bi siûdiyan re, hevdîtina rêheval Pûtîn û serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî balkêş û girîng bû.
Herçend rêheval Pûtîn li ber çelengî û karîzmaya Nêçîrvan Barzanî xwê da jî, xwêdana wî ji bo esasê Kurdistaneke serbixwe herikî.
Ew wêneyê wan dilê gelek kesan şewitand.
Hin ji kêfê, hin jî ji kerbê…
Û yek ji kesên bi wê kerbê dike can bide jî, serokwezîrê Iraqê Abadî ye.
Weleh Abadî efendî,
Kurdistan ê bibe gulokeke agir û te bişewitîne
û tu yê wek xwe bimînî ABADÎ, lê Kurdistan ê bibe EBEDÎ.

BAS

About The Author