Mizgîna Rapirsîna Serxwebûnê!

Xidir Ûso

Mizgîna Rapirsîna Serxwebûnê ji alî serok û rêvebirîya Başûrê Kurdistanê ve gehîşt hemû Kurdam û hemî cîhanê. Ev zêdetirî salekê bû ku em li bendî vê helwesta pîroz bûn. Bêuman vê biryarê, dilê her Kurdekî welatperwer şa kir!

Gelo ew kesê ku Mesûd Berzanî , pêşî bi xizmetkarê emperyalîstan û piştre bi yê R.T.Erdogan tawanbar dikirin, wê niha kîjan hêncetê bidin ber rûyê xwe û gelê Kurd bi çi derewan biweritînin?

Ji xeynî du partîyên hevalbendê Îranê, temamê hêz, rêxistin û partîyên Başûr li ser rapirsîyê hemfikirin. Ji ber berteka gelê Kurd, hêvî dikim ku ewên li dij derketin jî wê ji helwesta xwe vegerin.

Herî pêşî durûtî û bêbextîya welatên emperyal xwe rê da: li du hev daxuyanîyên neyênî û şolî dan û dibên: “Em bi DAÎŞ re şer dikin, ne dema vê rapirsîyê ye, yan divê bi lihevkirina dewleta Iraq ev pirsgirêk çareser bibe”.

Ji xwe, gava şerê bi terorîstên DAÎŞ re biqede, hêzên navnetewî wê vekişin, bi dewletên herêmê re ji nû ve peymanên xwe girêdin û ji Kurdan re bêjin: “li çara serê xwe binêrin!”

Heger Hikûmeta Herêma Kurdistan karîba bi Iraq re li hev bikira û Iraq mercên Makezagona Federal pêk baniya, ji xwe hewceyî rapirsî û veqetandinê jî nedikir. Lê hemû dewletên dunyayê zanin ku heta niha û ji niha pê ve jî dewleta Iraq bi Kurdan re mercên federalîyek rastî bi cîh nayne. Ku hin alî bixwazin jî dewletên herêmê destûr nadin.

Dewletên dagîrker, bi lez û bez bi hev re ketin pêwendîyê û bertekên xwe bi awayê cuda nîşan dan û vekirî li dijî Rapirsîya Serxwebûna Kurdistan derketin.

Wateya vê helwestê jî; “heger Kurd li herêmekê dewleta xwe ava bikin, wê bêtir bawerîya wan bi serxwebûnê bê, wê li hember me dijwartir serî hildin, em nikarin mîna berê qir û qetlîama bi serê wan de bînin û wan tar û mar û tune bikin. Loma em nikarin wan demek dirêj di bin destê xwe de bigirin!”

Divê her Kurdek têbigehîje ku ev rapirsî û avakirina dewleta Kurd, ne tenê çarenûsa Başûrê Kurdistan, lê ya hemû Kurdan û hûrgelên li Kurdistan dijîn diguherîne. Kurdan ji tunekirinê û Rojhilata Navîn ji mêtinkarîyê rizgar dike û derîyê azadî û demokrasîyê ji gelên vê herêmê re vedike.

Heta Kurdistan mêtingeh û Kurd bindest bin, wê dîktorîya rejîmên Tirk, Ereb û Faris jî berdewam be û demokrasî xeyal be. Heta Kurd bindest be, wê dawîya şer, qirkirin û terorê jî neyê. Evêya hem hemû dewletên dunyayê û hem jî rejimên mêtinkar yê herêmê baş zanin. Armanca rejîmên mêtinkar, ji bo tenê temenê serwerîya xwe dirêj bikin, heta ku karibin Kurdan asîmîle bikin û bera pêsîra hev bidin.

Dijminên Kurdan yên ku naxwazin ew rizgar û azad bibin, her rastîyê berevajî dikin û dibêjin: “Heger dewleta Kurd çêbibe, wê şer, alozî û qeyran derkevin, aramî namîne!”

Îro li Îranê her roj Kurd tên girtin, îşkencekirin û dardakirin. Li Tirkîye, ji bo ku Kurd bi Kurdî dipeyivin, tên hingavtin. Rejima Iraq ya îro, firsendê bibîne wê ji Saddam dijwartir li Kurdan bike.

Yê li herêmê şer, tevlîhevî û qeyranan derdixe, ma ne ev rejîm bi xwe ne? Yên terorê dikin û rêxistinên terorê ava dikin û wan bi çek û xwarin dikin jî ma ne ev dewlet bi xwe ne? Yên heta niha fêda xwe di vê wahşetê de dîtîye jî dewletên emperyal yên ku çek û malê xwe difiroşin van dewletan in. Wê gavê kî kê dixapîne? Bawer im, heta îro, tenê em Kurd tên xapandin.

Netewetî yan şêweyê rejîmê, tenê pergalek rêkxistinî û rêvebirina civatê ye. Tu civat, bê rêkxistin nayê fikirandin. Lê civata bê dewlet, hertim mahkûmê ku di bin nîrê hêzek biyanî de kole be û mahkûmî helandin û tunebûnê be.

Heta em negihên hêza dewletbûnê, emê li dunyayê nebin xwedî dost û heval jî. Her dewlet, rêxistina civatekê ye ku li ser parçê erdekî dijî. Her dewlet yan rejîm, berjewendîyên xwe yan yê civata xwe, di ser her tiştî re digire û li wê gorê tevdigere. Loma tenê serxwebûn temînata hebûna me ye.

Di serî de Serok Berzanî û hemû rêvebirîya Başûrê Kurdistan, rêya rastîya hebûna gelê Kurd nas kiriye û vê biryara pîroz ya Rapirsîya Referandûma Serxwebûnê dane. Ev biryar, ji bo gelê Kurd bi qasî roja NEWROZê girîng û pîroz e!

Ji bo vê biryara girîng, ez we pîroz dikim û wek Kurdekî hertim bi vê biryara we re me!

14.06.2017

 

About The Author