Komeleya Tir-Miran

Li Pozantiya Edenê, piştî xwarina kibabên xweş hevalên şifêr ên endamên Komeleya Tir-Miran civînek li dar xist. ENCAM: -Herçend ehliyeta min tune be jî ez wek serokê komeleyê hatim...

Li Pozantiya Edenê, piştî xwarina kibabên xweş hevalên şifêr ên endamên Komeleya Tir-Miran civînek li dar xist.
ENCAM:


-Herçend ehliyeta min tune be jî ez wek serokê komeleyê hatim hilbijartin. (Ma şêx û mele hemû musliman in?)
-Ji nuha şûn de heta taliya emrê xwe ez ê ji xêndî tir-miran bi tirimbêl mirimbêleke din rêwîtiyê nekim. (Teyare û Vapûr û Tirên jî tê de)
-Azadiya şifêran berî her tiştî tê û dilê wan çawa bixwaze ew ê wê bikin. (Li nu disekinin, çi dixwin bi serê kesî neketiye)
-Di rê de ji xêndî xwarina pîrzola û kibaban hemû xwarinên din qedexe ne.
-Di meha Remezanê de hewce nake endamên komeleyê rojiyê bigirin, rojiya wan ê qebûl bibe. (Yek bixwaze bigire jî rojeke wî yê bi du rojan bê hesibandin)
-Otostop mafekî însanî ye loma jî jin mêr ferq nake endamê komeleyê karin li her kesî bisekinin û ew ê bisekinin. (Ji bo gilî û gazinan Telefon: 0531 331 31 31)
-Yek dest dirêjî namûsa otostopçiyekî/ê bike, wek ceza ji Stenbolê heta Zaxoyê wê şûtî tazî bimeşe. (Ji bo sitirî û kelem di nigên wî re nerin ew ê bota eskeriyê di nig de be)
-Di rê de vexwarina araqê serbest e lê bi şertê serxweş nekevin.
-Ji bo moral hemû şifêr mehê carekê karin tazî şifêrtiyê bikin. (Lê divê qerewata wan di stuyê wan de be)
-Ji bo endamtiyê jî salê carekê hilbijartin heye. (Vejeteryan nikarin bibin namzet)

Categories
Devliken KelogirîKadînNivîskar
No Comment

Leave a Reply

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

  • Ruhê koletîyê Kurdan diduruvîne

    Sîrac Oguz Neyarên Kurd û Kurdistanê, dîsa dest bi fen û fêlbazîyên dîrokî dikin. Dixwezin di nav milletê Kurd da, dubendî û îxanetên mezin pêk bînin. Gava ku milletê...
  • Bê çete jiyan nabe!

    Z.Brîndar Kurd milletekî ecêb in. Serok û rêvebirên Kurdan hîn ecêbtir in. Tew siyasetmedarên wan ji tevan ecêbtir in. Li şûna ku ji bo yekîtî û xurtkirina tevgera rizgarîxwaza...
  • Aş diçe wan daye dû çeqçeqê

    Mirad Bîlgîç ‘Ziman mala hebûnê ye’ Martîn Heîdegger ‘Ziman ne gelek tişt e; ew her tişt e.’ Adar Jiyan Ji bo zimên heta niha gelek tiştên giranbuha hatine gotin...
  • PKK û bangewazîya yekîtîyê

    Metîn Pîranî – Sekreterê Gişti yê Hereketa Azadî PKK û rêxistinên pê re ji mêj ve ye ku behsa Yekîtiya Neteweyî, diyalog û biratiya di nav Kurdan de dike....
  • Tu yeman bûyî yabo

    Sal 1980 ye. Eskerîyê darbe kirîye, agir bi erdê ketîye. Şerê çepgir û rastgir û kurdgiran e. Li kuçe û sikak û kolanan, mîna mişk û pisîkê, xort li...
  • Metrobus

    Ez di dîn û dîyaneta Stenbolê nim. Û piçika mixê meriv hebe, meriv tenê deqeyekê jî li Stenbolê nasekine. Qey hema xalê min Xwedê çeneke baran bi ser Stenbolê...
  • Mesangera li kadînê…

    Cimûeta li kadînê: Silêmanê Hecî Feyzila bi jina xwe Sînemê re li kadînê ka dikin telîsan, kêfa Silêman diçe ganekê. Silêman dibîne bi dilê Sînemê ye jî, berê wê...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...