Hela tu mirî mirî, tu çima bersivê nade telefona xwe

Ez û Ramo li şaneşîna xaniyê wî rûniştine.

Em him sohbet dikin, him bi telefonên xwe yên ku aqil di serê me de nehiştine dilîzin.

Min dît ji nişka ve bû niçeniça Ramo.

Bala min kişand. Min go, „Xêr e Ramo? Çi niçeniça te ye?“

Serê xwe kil kir go, „Hevalekî min miriye...“ û serê xwe bera ber xwe da dîsa bi telefona xwe lîst.

Piştî kêliyekê telefona xwe da ber guhê xwe. Go, „Telefona wî jî girtiye, bersivê nade…“

About The Author