Dîsa lotikek xiyaneta dîrokî

Me digot qey beşek ji YNK biaqil bûne û ji dîroka xwe ders wergirtine.

Me digot qey êdî xwîna wan pak û rewan bûye û mîkrop û vîrûsên xiyanetê ji bedena wan derketine.

Lê xuyaye kurmê şîrî heta pîrî ye. Ku careke mirov xiyanet bi milletê xwe û welatê xwe re kir, êdî ew xiyanet ji xwîna meriv dernakeve.

Kerkûk dilê Kurdistanê bû. Kerkûk dewlemendîya Kurdistanê bû. Ji bo Kerkûk vegere nav sînorên Kurdistanê Kurdan bedelek mezin dan, şehîdên mezin dan. Lê çend xwefiroş û nankorên YNK dîsa xiyanet bi Kurdistanê re kirin û Kerkûk radestî sofîk û melayên Îranê û qûnreşên Iraqê kirin.

Di nav YNK de xeta 66an, ango xeta cehşîtî û xiyanetê ya Îbrahîm Ehmed îro jî berdewam e. Keça Îbrahîm Ehmed xaltîka me Hêro û kurê wê Pawel Talabanî terka şopa bav û kalê xwe nekirine û xuyaye xiyaneta Îbrahîm Ehmed ketiye xwîna wan jî. Xaltîka me Hêro Talabanî û Pawel Talabanî, di radestkirina Kerkûkê de carek din xiyaneta xwe û bavê xwe Îbrahîm Ehmed zindî kirin û wek cehşên 2017an ketin nav rûpelên dîroka Kurdistanê. Heyf û mixabin!

Em nizanin ka wê Qubad Talabanî çi bêje, çi bibilîne û çi helwestê li hember dayika xwe û brayê xwe deyne.

Em nizanin ka wê Mam Celal di gora xwe de çawa bi rehetî û dilxweşî razê.

Gelo Mam Celal ev xiyaneta jina xwe û kurê xwe bidîta wê çi bigota?

Lê dîrok efû nake.

Wek dibêjin, „Bela navê meriv dernekeve, lê qûna meriv derkeve“.

Heke nav bi xerabî û cehşîtî derket, êdî bi 101 qalib sabûnên Helebê jî nayê şûştin û bêhna wê xiyanetê ji meriv naçe..

Lê xwedê kerîm û rehîm e..

Kerkûk dîsa dilê Kurdistanê ye..

Sibe çi dibe xwedê zane..

Bimre xiyanet!

Kerkûk

About The Author