Hecî qewad

ERZURUM'DA, 27 OCAK-6 SUBAT 2011 TARIHLERINDE YAPILACAK OLAN 2011 DUNYA UNIVERSITELERARASI KIS OYUNLARI'NA HAZIRLIK KAPSAMINDA KENTTEKI TAKSICI, LOKANTACI VE OLTU TASI URUNLERI SATISI YAPAN ESNAFA YONELIK INGILIZCE KURSU ACILACAK. (ANADOLU AJANSI - CENGIZ DURULAR) (20100723)

Rojekê şifêrekî (bi xwe hecî ye jî) Hewlêrî piştî nimêja sibê derdikeve kar û bi teqsîya xwe li muşterîyan digere. Lê dinere sê heb jin li ser cadeyê sekinî ne û li benda teqsîyê ne.

Hecîyê me li wan disekine û ew li trimbêla xwe siwar dike. Her sê jinên ku li cem hecî siwar dibin tu nabê qey ji ber karê xwe yê fihûşê zûde ye asayîş li pê wan e.

Wele evana hîn di trimbêlê de ne, asayîş trimbêla hecî disekinîne û wan pîrekan teva hecîyê me dibe asayîşê.

Karmendê asayîşê ji Hecî dipirse: “Êêêê, tu çîyî van jinkokane qurban?”.

Hecî dibê: “Wele ez rebenekî xwedê me û di rêya xwedê de me, tu eleqa min bi van re tune. Hew li ser rê dest rakirin û ez li wan sekinîm. Min xwest ez xêrekê bikim“.

Karmendê asayîşê dibê temam hecî.

Karmend radibe dişîne pê jinika ewilî, wê tînin hemberî camêr.

Karmendê asayîşê jê dipirse: „Ev zilam çîyî we ye xanim?“

Jinik dibê: „ Wele qewadê me ye“.

Hecî haho gazî pê dikeve, law eman hewar ez hecîyek im, rebenekî xwedê me, di rê de destê xwe li min rakirine û ez jî li wan sekinîme û agir bi şerwalê wî ketiye.

Karmend dibê: „ Temam hecî temam“.

Karmend radibe dişîne pê jinika din.Wê jî tînin, Karmend heman pirsê ji wê jî dike. „Ev çîyî we ye?“

Jinik: „Wele heyran ev qewadîyê ji me re dike, em giş di bin emrê wî de dişixulin“.

Hecî cardî uf û kuf pê dikeve û dibê: „ Law ma xwedayê we tune hûn qet jê natirsin, ez hecî me çi îşê min bi we û van hawana heye, mirad di qirikê de mayê!“

Karmend dibê: „Ev jî temam, ka bang li jinika dawîyê bikin bê ew dibê çi“.

Radibin wê jî tînin.

Heman pirsê ji wê jî dike û dibê: „ Bipeyive xanim,  ev çîyî we ye keçko?“

Jinik dibê: „Weh, ma hûn vî nas nakin?“

Karmend ecêbmayî dimîne û dibê: „Çilo, çima ma ev kî ye yaw?“

Jinik dibê: „ Aniha hûn rast dibêjin,hûn vî bênamûsî nas nakin qey?“

Karmend dibê: „De bipeyive jinê, te ez merezî kirim ha!“

Jinik dibê: „ Ev qesas e“.

Giş ditevizin û şoq dibin…

Hecî kufe kufa hecî, dibê: „ Haho, min di nizanim çî we kirino…Law bi allahwekîl derewan dike, tog qîza toga, ez gewadê wan im. Ez wan difroşim heyran, tu eleqa min di kuştina kesî de tune bavo“.

Îcar ev jî bû mesela me Kurdan.

Me referandûm kir, bi serkeftî çû serî, ji ber cahşên me pêşberî li me kirin, me paşpaşkî li kerê siwar kirin.  Aniha jî zixtê li me dikin da ku em bibêjin na heyran serxwebûna çi, me federasyon jî navê bavo. Hema otonomîyekê biçûk bi me din, em pê qayîl in û zêdeyî serê me wî…

About The Author