Kitêba Devliken Kelogirî ya bi navê „Xweşzûgotinokîzm“ ji weşanxaneya J.Jyê û bi alîkariya malpera Rewanbêjê derket.
Xweşzûgotinokîzm çi ye?
Xweşzûgotinokîzm, ahenk û estetîk û hunera kurdî ye.
Xweşzûgotinokîzm ji zûgotinokan pêk tê ku di her zimanî de zûgotinok hêz û xurtbûna wî zimanî kifş dikin.
Bi Xweşzûgotinokîzmê zimanê we yê bibe bask û we bifirîne.
Ji bo bilêvkirin-telafûz û derblêdana zimên, Xweşzûgotinokîzm derman e.
Bi Xweşzûgotinokîzmê him kêf bikin-şa bibin, him jî pê axaftina xwe herikbar bikin.
Ji her kesî re, ji her bêrîkê re, ji her malê re Xweşzûgotinokîzmek divê.
Xweşzûgotinokîzm li xweşgotina kurdî pîroz be!
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin