ÇAR PARÇE, ANTÎ PARÇE

Nûrî Çelîk

Kurdistan bi peymana Qesrî Şîrîn bû du û bi peymana Lozanê jî bû çar parçe. Ji wê rojê û bi vir de, yekparçekirina Kurdistanê û milletê Kurd bûye xewn û xeyala Kurdan û bi taybet jî hêz û partîyên her çar parçeyên Kurdistanê behsa yekparçebûna Kurdistanê dikin, di rêbaz û bernameyên xwe de yekîtîya parçeyên Kurdistanê ji xwe re dikin û kirine armancek sereke. Lê heta îro jî ew hêz û partîyên ku yekparçebûna Kurdistanê diparêzin nizanin û nikarin parçeyên Kurdistanê bikin yek û di vê derbarê de jî yek gav neavêtine, tu plan û projeyek maqûl çênekirine.

Dinya li ser berjewendîyê ava bûye. Ji roja ku insan bîrewer bûye û heta îro li dû berjewendîyên xwe, berjewendîyên malbat, eşîr û welatê xwe beziyaye û têkoşaye. Kurd ne tê de, temamê millet û dewletên cîhanê plan û projeyên xwe li ser berjewendîyên xwe û welatê xwe çêdikin. Projeye û stratejîyên dûvdirêj çêdikin, hesabê xwe yên pêncî û sedsalan dikin. Ji ber ku siyaset û berjewendîyên Kurdan li ser bingeha „berjewendîyên partîtîyê“ hatiye avakirin, Kurd û partîyên Kurdan nikarin siyasetek netewî bimeşînin, nexwestine yan jî naxwazin xwe nêzîkî siyaseta netew-dewletbûnê bikin. Ji bo wan partîtî û berjewendîyên partîtîyê di ser berjewendîyên netewî û netew-dewletbûnê re ne. Siyasetek netewî û giştî tê wateya têkçûna partîtî û berjewendîyên partîtîyê ye û ev yek jî li hesabê wan nayê. Hêz û partîyên heyî ji “statuya partîtîyê“ derbasî “statuya netewî“ nebûne. Ji ber vê jî, nikarin û nizanin wê çawa û bi çi plan û projeyê Kurdistanê bikin yek parçe.

Kurd bi sedê salan e şer dikin. Di encama şerê sedsalan de li Başûr federasyonek seqet û lenger, û li Rojava jî otonomîyek seqet û kulek ava bûye. Şerê PDK ê sed salî, şerê PKK ê 40 salî û şerê partîyên Rojhilatê Kurdistanê ( ji 1946 heta îro) daye xuyakirin ku Kurd bi şerê tifingê nikarin azadî û yekîtîya milletê Kurd û yekparçebûna Kurdistanê saz bikin. Kurd bi çek û cebilxaneyên di destên xwe de nikarin zora çar dewletên ku xwedîyê hêzek mezin û çek û sîlehên modern in, bibin. Bi taybet nikarin zora Tirkîye û Îranê bibin. Iraq Îran e, Îran û Sûrîye Rûsya ne, Tirkîye NATO ye, Rojava ye û xwedîyê çek û sîlehên mezin û giran e. Îran û Tirkîye dagîrkerên herî mezin yên Kurdistanê ne û qedera Kurdan di destê wan de ye. Kurd mecbûrin Îran û Tirkîye li ber çav bigrin û siyaseta xwe, plan û projeyên xwe li ser van herdu dewletên mezin çêkin û hesabê xwe û berjewendîyên xwe bikin. Helbet em ne behsa berjewendîyên partîtîyê, lê behsa berjewendîyên netewî dikin.

Kurd di qada legal û siyaseta legal de jî biserneketin û bi vî halê xwe nikarin biserkevin. Li Başûr pirsgirêk û nakokîyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê bi salan e çareser nebûne û xuyaye nabin jî. Partîyên Bakurê Kurdistanê (bi taybet HDP) bi siyaseta xwe ya legal û demokratîk, dev ji otonomî û federasyonê berdin, heta îro mafê perwerdeya zimanê Kurdî jî nestendine û nikarin li bajarekî xwe xwedî derkevin. Ango, Kurd hem di qada şer de, hem di qada siyaseta legal û demokratîk de jî nikarin zora dijminên xwe bibin, nikarin milletê Kurd azad û Kurdistanek yekgirtî jî damezrînin.

Baş e, hêz û partîyên me yên ku doza Kurdistanek yekgirtî dikin, wê çawa, bi çi hêz û derfetên xwe Kurdistanê bikin yek parçe? Partîyên ku nikarin ji statu û çembera partîtî û ezezîyê derkevin, partîyên ku nikarin partîyekê, eşîrekê, gundek yan bajarekî bikin yek, wê bi çi hikmetê Kurdistanê bikin yek? Çi plan û projeyên wan ji bo vê yekê hene? Çi sytatejî danîne pêşîya xwe? Tiştek tune, ew jî û kes jî nizane. Gelo hêz û partîyên ku qaşo xwe Kurdistanî û xwedîyên Kurdistanê dibînin, di vê derbarê de çi difikirin? Gelo fikirîne yan difikirin ku referandûmekê ji bo yekîtîya Bakur, Başûr û Rojava lidarxin? Gelo fikirîne û difikirin ku piştî referandûmê bi taybet bi Tirkîyê re dan û standina otonomî yan federasyonekê bikin? Madem em li dijî Peymana Lozanê û parçekirina Kurdistanê derdikevin û şermezar dikin, çima em bi xwe Kurdistanê di nav xwe de parçe dikin û li çareserîya yekparçekirina Kurdistanê nagerin?

Kurdistan hem sererd hem jî binerd welatekî dewlemend e, maka neft û petrolê ye. Di eslê xwe de ev dewlemendîya serd û binerdîn di destê Kurdan de derfet û hêzek mezin e. Ji xwe parçekirina Kurdistanê û şerê her çar dewletên dagîrker jî li ser dewlemendîya Kurdistanê ye. Madem wilo ye, çima wê Kurd nikaribin vê dewlemendîya xwe li hember dagîrkeran wek qoz û derfetek mezin bikar neynin? Heger birastî hêz û partîyên heyî di warê yekîtîya Kurdistanê samîmî û rastgo ne, çima nayên ba hev, plan û projeyek giştî û netewî danaynin ber xwe li çareserîyekê nagerin? Ev pirs pirsên girîng in û bê bersiv in.

Tirkîye îro di Rojhilata Navîn de dewleta herî bi hêz e. Ji alîyê din, Tirkîye dost ji xwe re nehiştine. Çar alîyên wê dijmin in. Nakokîyên wê bi Îran, Iraq, Sûrîye, Ermenistan û Yewnanistanê re hene. Heger Kurd karibin referandûmekê ji bo yekîtîya Bakur, Başûr û Rojava pêk bînin û bi seneda vê referandûmê xwe nêzîkî Tirkîyê bikin, wê ji bo yekîtîya Kurd û Kurdistanê ne bixêrtir be? Heger Kurd karibin bi seneda referandûm û neft û petrola xwe wek qoz bi kar bînin û bi Tirkîyê re têkevin bazarîya otonomî, Federasyon yan statuyek din, wê encamên baş jê dernekevin? Çima na? Tirkîyeya ku çar alîyên wê dijmin in û îro di qada navnetewî de îzole û bi tenê maye, bi seneda referandûm û misogerkirina petrola Kurdistanê, çima wê qebûl neke? Ma ji xwe Tirkîye doza Mîsakî Mîllî û xaka di nav sînorên dewleta Osmanî de nake? Belê. Madem dike, çima emê van derfetan ji bo berjewendîyên netewî û ji bo yekîtîya Kurd û Kurdistanê bi kar neynin?

Bi kurt û Kurmancî; heta hêz û partîyên Kurd dev ji statu û perestîya partîtîyê bernedin û nekevin bin sîwana statuyek netewî, ne karin doza Kurdistanek yekgirtî bikin û ne jî kes bawerîya xwe bi wan tîne. Heta hêz û partîyên Kurd di nav xwe de mejîyekî hevbeş neafirînin û ji bo yekîtîya Kurd û Kurdistanê plan û projeyên maqûl çênekin, nikarin biserkevin. Heta hêz û partîyên Kurd bi plan û projeyek netewî û Kurdistanî dewlemendîyên xwe yên sererd û binerdîn li hember dagîrkerên xwe wek qoz bikarneynin û nexin bin xizmeta doza xwe, nikarin biserkevin. Û divê hêz û partîyên Kurd ne parçebûnxwaz bin, divê berjewendîyên xwe yên partîtîyê deynin alîyekî û ji bo Kurdistanek yekgirtî serî li her rê û rêbazê bidin.

About The Author