PIRÊZERLETÎF


Gelek caran ji ber jîr û zanebûna biçûkan, kesên mezin dibêjin biçûkên vê zemanê çêlikên Şeytan in. Ji ber em ji wan zêdetir tişt dizanin, em li gorî mezinên xwe çêlikên Şeytan in. Zarokên me jî dê ji me şeytantir bin, ew ê ji me zêdetir tişt zanibin.

Salên nodî piştî xerakirina gundan, em koçî bajaran bûn. Jiyana gund û bajaran ne weke hev e. Tiştên li bajaran li gundan tune bûn. Kondom(prezervatîf) jî yek ji wan tiştan bû.

Li mektebê ez diçûm sinifa pêncan. Min nû dest bi kişandina cixareyê kiribû. Ji ber di nav me tolazan de kişandina cixareyê wek karekî mêranîyê bû, me pakêta cixareyê dikire berîka îşlikê xwe, ji bo hevalên me bibînin ka em çiqas mêr in. Em nûciwan di nav xwe de ketibûn pêşbirka mêranîyê. Di bêrîka kê de paketek cixare hebûya ew mêr bû.

Rojekê hevalekî min ê mektebê hat ba min, go: „ka ji xwe re li mêran binêre, di bêrîka min de pirêzerletîf heye.“

Heta wê demê ne min navê Letîf bihîstibû, ne jî prêza Letîf. Min got: „Kuro Bîlo pirêza Letîf çi ye?“ Bîlo salek du salan ji min mezintir bû. Got: „Kuro tu jî ji xwe re dibêjî ez mêr im! Ev pirêzerletîf e, ne pirêza Letîf e! Ev quzê seyar e. Vê bi diwêr ve dizelqînin dininê. Tu yê bi dîwêr ve bizeliqînî û li kêfa kîrê xwe binêrî.“

Te dî pêşbirka mêranîyê ye, min got ez jî di vê pêşbirkê de heme. Min ji Bîlo zanî ku ew tişt li dermanfiroşan tên firotin. Roja din min berê xwe da dermanfiroş, lê min navê wê tiştî ji bîr kiribû. Ez ketim hundirê dermanfiroş, min got abê ez Letîf Doxan dixwazim.

Mêrik li min nêrî, got: „Dermanê Letîf Doxan li cem me tuneye, tu dixwazî ez yê kesekî din bidim te.“ Bû hîke hîka wî û keniya.

Li ser refa li ber camê tişta ku Bîlo nîşanî min dabû ket ber çavên min. Min ew tişt nîşanî mêrik da, got: „Aha ez vê dixwazim.“ Min pereyê Letîf danê, ez çûm dibistanê. Bi bayê bezê ketim tiwaletê, min derî di ser xwe de girt. Min devê pakêt vekir û yek jê derxist. Min kir û nekir ew tişt bi dîwêr ve nezeliqî.

Nalet li çavên Bîlo were. Bîlo ez xapandibûm. Li şûna quzekî seyar pakêteke balonên şil bi min dabû kirîn. Min balon kirin berîka xwe û piştî ders qediyan ez çûm malê. Li malê min balonekê ji berîka xwe derxist, pif kirê û werimand.

Li hewşa malê ji xwe re bi balonê dilîzim. Pif dikimê dirêj dibe, devê balon sist dikim dibêje çîzzzz vala dibe. Dê û bavê min û pîra cîranê me û jineke merivên me jî li hewşê rûniştine çayê vedixwin. Ez jî li pêş çavên wan pif dikimê, dirêj dikim, sist dikim, dibêje çîvvvv deng jê derdixim.

Feqîran, tu carî çav li kondomekê neketine, nizanin çi ye. Carekê bavê min serî rakir, go „kuro de êdî bes e, te guhê me kerr kir.“ Lê qet şik nebir ka ewê di destê min de çi ye ku ez pif dikimê dirêj dikim.

Mala mamê min qatek di ser yê me re ye. Jina mamê min jî di balkonê re li min dinêre, dikene. Xuyaye mesele fêm kiriye. Jina mamê min Birokî ye. Birokî çi tê ber devê wan dibêjin.

Jinmamê di balkonê re tenê ez didîtim. Wê nizanibû hin kes li ber dîwar rûniştine çayê vedixwin. Dema çavên min li çavên wê ketin, bi dengekî bilind bang li min kir got: „Kuro! Miheme Arifo! Ew çi ye, ev saeteke te qilifê kîrê bavê xwe kirîye devê xwe, tu pif dikî dirêj û dirêj dikî?“

Piştî jinmamê wisa got, min mesele fêm kir. Bavê min ê reben nizanibû qilif çi ye, jinmamê ew kiribû kilifê kîrê wî. Xwezî bavê min bi qilifê kîr zanibûya, belkî em pazde zarok nedibûn barê ser milên wî.

About The Author