Destê xwe ji başurê Kurdistanê û Şengala pîroz bikişînin!

Bayram Ayaz Destê xwe ji başurê Kurdistanê û Şengala pîroz bikişînin! * Rêzê li serweriya başurê Kurdistanê bigrin, terorê nekin! * Rêzê li ”Rêkeftina Şengalê” bigrin û alîkar bin...

Bayram Ayaz

Destê xwe
ji başurê Kurdistanê û Şengala pîroz bikişînin!
* Rêzê li serweriya başurê Kurdistanê bigrin, terorê nekin!
* Rêzê li ”Rêkeftina Şengalê” bigrin û alîkar bin ev rêkeftin cîbecîh bibe ku bi beşdariya nûnere UN li Iraqê
hatiye îmza kirin.
***
Destê xwe
ji rojavayê Kurdistanê bikişînin
bihêlin destkeftiyên wê derê ji ber hêrîşên Turkiyê were parastin û bi alîkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ji aliyê leşkerî, emin û asayişê ve bigîhe îstîqrarê û bi piştevaniya hêzên navdewletî yên demokrat li muzakereyên Genfê di asteka destûrî de bigîhe statûyeke rewa û yasayî.
Bihêlin bila Kurd bêhn bikeve ber wan, li ser erda xwe bibin xwedî serwerîyê û xwerêvebiriyeke destûrî.
Bihêlin, bihêlin, bihêlin!
Bi tefaqa bi rejima Ayetullahan jî, bi tefaqa bi Tirkan re jî Kurd nagîhin tû mafekî! Tefaq û peywendiyên bi van herdu rejîman re dawîya wê malkambaxî ye, têkçûn e!
Siyaseta we ya XENDEQ Û BARÎKATAN MALİK Lİ BAKURÊ KURDİSTANÊ ŞEWİTAND !
Siyaseta we ya takealî (tekçî) ku we nehêşt di demê wê de yekhelwestî û yekrêziya hêzên Kurdî pêkbê û hûn jê re bûn asteng, rê li ber Turkiyê xweş kir ku Afrînê, Girê Spî, Serê Kaniyê hat dagîr kirin ji aliyê Turkiyê û grûpên terorîst û cîhadîst ve. Li van deran rewş çi ye, çawa ye li ber çavan e!
Nuha jî hûn hewl didin diyaloga ”Kurd û Kurd” li rojavayê Kurdistanê têkbidin! Ji pêsîra rojavayê Kurdistanê bikevin, wan rehet bihêlin, ewê biryara herî rast li ser paşerojê (musteqbelê) xwe bidin.
Ev nêzîkê du mehan e hûn gefan li başurê Kurdistanê dixûn û hêrîşan dikin!
We xêr e?
Hûn dikin li parçeyekî azad ya Kurdistanê tevliheviyê derxin, şerê navxwe derxin, bê îstîqrarî çêbikin?
We xêr e?
Ma hûn nabînin ev karên şaş û çewt parçeyek ji stratejiya rejîma Ayetullahan e û Turkiye jî pê gellekî keyfxweş e ku hûn hêrîşê wê derê bikin û xwîna Kurd bi destê Kurd bê rijandin!
Nekin, nekin, nekin!
Hûnê bibin sedemê kuştina bi sedan Kurdên ku bi bîr û baweri û armanca doza Kurd û Kurdistanê derketine serê çiyê û hatine ber we. Ew nehatine wê derê şerê pêşmerge bikin, biçin berpirsiyarê asayişa deriyê gumrika Kurdistanê bikujin, boriya petrola Kurdistanê biteqînin! Ew dixwazin ji bo doza azadiya gelê Kurd û rizgariya Kurdistanê şer bikin, canê xwe bibexşînin!
Nekin, nekin, nekin!
Gotina min a dawî:
Bila ew destê ku ketiye û bikeve xwîna Kurd bişkê!
Bila belaya herî mezin werê serê wî/wê berpirsiyarî/ê ku biryara hêrîşên terorî li başurê Kurdistanê bide û aloziyan ji rojavayê Kurdistanê re derxe.
Kurduno, Kurdistanîno!
Nehêlin, xêrnexwaz li welatê me aloziyan derbixin, destkevtiyên me yên dîrokî bixin ber tehlûkê.
Eger wisa bibe, emê di qirna 21mîn de jî bimîn bindest û kole!
Başur û rojavayê Kurdistanê têk biçe, eme li axa xwe bi çiran li azadiyê bigerin!
Nekin, nekin, nekin !
Riya çareseriyê diyaloga Kurd û Kurd e, lihevhatina Kurd û Kurd e, mildana Kurd bi Kurd e!

kaspersky lizenz kaufen

Categories
ArşîvMêvan
  • Radyoya Êrîvanê sêwî ma

    rojnamevan û rewşenbîrê Kurdên Ermenistanê Keremê Seyad di 82 salîya xwe de ji nav me koç kir û em xemgîn kirin. Keremê Seyad, di 1960î de li Radyoya Êrîvanê...
  • Lotika Papa xweş lotik bû

    Serokê Vatîkanê û Serokê Rûhanî ê Mesîhîyên Cîhanê Papa Franciskus di 07.03.2021ê de pêşî serdana Iraqê û piştre jî serdana Kurdistanê kir. Papa li Bexdayê bi şûr û kêran...
  • Başûrî, mîrasê serokê nemir Mistefa Barzanî dixwin…

    Rojhat Amedî Sed heyf û mixabin em îro dibînin ku jimareyek berçav ji desthilatdarên başûrê Kurdistanê tenê bi gotin li ser rêbaza Barzaniyê nemir mane. Tenê li ser mîrasa...
  • BARÎNA KUTILKAN

    M.Bengo Navê tirolê Bexdê ( Bexdayê) derketiye, lê birastî Xerdelê me heft pêhn li wan xistiye. Xerdelo tirolakî xwedê bû, bi çakûça xwe ji mal bernedida. Ne tenê tirole...
  • Sekn û helwesta serek û rêberan

    Di şerê cîhanê yê duyem de nazîyên Hîtler lawê Stalîn ê leşker hêsîr digirin. Rûs jî generalekî almanan hêsîr digirin. Ji bo pevguhertina hêsîran danûsitendin dest pê dikin. Lê...
  • Serok Papa

    Serok Papa siwar hat û peya çû, lê dixan û hicac li pey xwe hişt û çû. Carinan hesabê malê û sûkê li hevdu dernakeve, mixabin û bêhişî û...
  • Rê û rêwîtî û serpêhatîyên şifêran

    Ev du roj in ez rêwî me; ez derketime rêwîtîya peyvan. Heta ev rêwîtî bi dawî bê, ez ê tenê li ser vê rêwîtîyê û serpêhatîyên şifêrên heval binivîsînim....
  • Sernivîs û binnivîs, Arifo hema binivîs!

    Li kêlek sobeya daran, li ser paldankê rûniştime. Min pişta xwe daye balîfê, lingên xwe avêtine ser hevdû, qurtek ji çaya li ser sêpêya li ber xwe diqurtînim. Berê...