Nov 25, 2020

Dema biçûk bûm, mezinên me wextê diçûn destavê digotin ez herim deynê xwe bidim…

Ez bi gelek tiştan di temenê xwe yê biçûk de hesiyam. Min wê demê fêm kir ew hene, em hene. Em û ew ne di qalibekê de ne.

Mezinên me bi destên mezinên wan li meydanên bajarên me bi destên mezinên wan hatine dardekirin û li şûna cihê mezinên me yên hatine dardekirin peykerên mezinên wan ên mezinên me darde kirine hatine daçikandin.

Peyker pût bû. Pût şirîkê Xwedê. Dijminê Xwedê û evdên Xwedê.

Serê dijminê Xwedê li hewşa dibistanê, li meydana bajêr, li avahîyên wan û li ser pereyên wan.

Her dem ew, ew bûn. Em, em. Bavê wan bavê me kuştibûn. Lawê ji bîr bike, ne ji dola bavê xwe bû!..

Dema biçûk bûm, min digot qey „em“ hemû bi meseleya em û „ew“ dizanin. Lê hingî qûn mezin dibe ser jî mezin dibe, qûn jî ser jî ecêbîyan dibîne. Her ku roj bi ser rojan ket, xelkê kujerê kalê xwe ji bîr kir.

Rastî yekî ji „me“ hatim, dê û bavên wî navê kujerê kalê wî ata lê kiribûn. Rastî yekî ji „me“ hatim, bi rêz û hurmet kujerê kalê xwe bi bîr dianî. Rastî yekî ji „me“ hatim, ji ber eşqa kalê wan tif li tirba kalê xwe dikir…

De zêde dirêj nekim, wextê dana deynan hat, divê nivîsê qut bikim, herim deynê xwe bidim. Wan kesên îro kujerê kalê xwe bi hurmet bi bîr anîne bi nalet bi bîr tînim û çi di ber dana deyna de ma bi ser wan de par dikim…

%d Bloggern gefällt das: