Nov 25, 2020

Rojekê Kemalê ji Efrînê dema diçe şixul, di rê de rastî cîranê xwe yê ji Bilîsê tê. Cîranê wî tembûrekê kiriye milê xwe û ketiye rê dimeşe. Kemal bi çend gavên bi lez xwe digihîne cîranê xwe û silavê dide.

-Oxir be xortê delal! Tu kê ço kî?
-Ser çavan Apê Kemal, ez ê biçime eylenceyekê.

Kemal ji peyva eylenceyê fêm nake. Pirseke din dike.

-Qey tu çi karî dikî?
-Apo ez sanetçî me.

Cîranê wî li dawetan stranan dibêje. Bê ku wateya hunerê bizane, xwe hunermend dihesibîne. Nizane bi kurdî huner çi ye. Li şûna bibêje ez hunermend im, dibêje ez sanetçî me. Kemal jî sanetçî wek sinetçî fêm dike.

-Wele helal be ji te re xorto. Tu bi vî emrê xwe vî karî dikî.
-Em çi bikin apê Kemal. Ekmek peresî ye.
-Me yê lawê Hemodkê me jî jê nekiriye. Em li vir kesî nas nakin. Baş bû ez rastî te hatim.
-Baş e apo, we çi çax salonek kirê kir, gazî min bikin ezê ser çavên xwe werim.
-Em salon kirê nakin lo, ev edetê tirkan e. Em ê xwe li malê dikin.
-Li vir ne wek Sûrî ye apo, beledîye nahêle mirov li malê bike.
-Çi şixulê belediyê ji me ye lo!
-Apo, ji ber qelebalixîyê cîran aciz dibin. Şikayeta meriv dikin.
-Em ne zêde qelbalix in xortê delal. Hema em çend kesek in.
-Baş e apo, ez kengî werim?
-Roja ehedê(yekşemê) qiçik gî li mal ne. Hema piştî nîvro were.
-Başe Apo, ez ê roja bazarê piştî nîvro saza xwe hildim û werim.
-Ma saz ji bo çi ye? Tu yê çima sazê bi xwe re bînî?
-Ji bo dawet û dîlanê ye apo!
-Na em dawet û dîlanê nakin. Hema çenteyê xwe hilde û were.
-Çente?
-Erê, tu û çenteyê xwe werin bes e.
-Ji bo Xwedê, em ê çi bikin apo?
-Tu yê cûckê lawê min bibirî, apo heyran! Ma te negot ez sinetçî me?..

%d Bloggern gefällt das: