Nov 26, 2020

Mahîr Hesen

Bi berferehbûna Pandemiya Korona û gefên grûpên pêxwas û dagîrkeriya Tirkiye di nav axa me de û nepeydabûna pêdiviyên rojan e, têkçûna xwendinê û negihiştina aliyên siyasî li rojavayê welat li hevkirinekê, tevî gelek hewldan dan e û bi piştgiriya dewletên zilhêz, rewşa Kurdan rojan e ber bi jêr ve diçe û kambaxtir dibe. Di heman demê de, liser erdê pir aloz bûye, ji ber vê yekê, ew tenê tevgerê dikin û dixebitin ne ji bo bidestveanîn a maf û çarenûsa xwe li Sûriya pêşerojê de, tenê da ku hejarî û zextê liser xwe rakin.

Dive bê zanîn , di navbendek kurt an jî dirêj, Kurd bi siyaseta xwe têkçûyîne, lê lihevkirinek herî xirab di kurtedemek de ji her şer çêtir bû ev yek, didu: Misogeriyên ku rejîma Sûrî dikarîbû pêşkêşî Tirkiye bike – Peymana Adana, ku di sala 1998an de di navbera Sûriye û Tirkiyê de hate imzekirin, û diyar kir, ku Damaskus bi destek û singek fereh dide ji bo sûdwergirtinek di danûstandinan de bi rêjîma Tirkan re, liser ziyan û xisarkirina Kurdistana -Sûrî . Ev garantî her car mîrata reş bi ser Kurdan de tîn e û herî zêde jî, di rijîne, lê dîsa ti gavên pêwist nehatine avêtin.

Hewldana dewleta dagîrker a Tirk ji bo cîbicîkirina guhertinên demografîk li Kurdistana Sûrî, bikaranîna hêzê û bi piştgirî û bi alîkariya Hevbendiya Opozisyona Sûrî, di çarçoveya bi navê „devera ewle“ de, ev binpêkirina yasaya navdewletî ye, û dikeve nav rêzên tawanên dijî mirovahî û tawanên şer, pêdivî ye ku dadwerî ya navdewletî û berpirsiyarî ji tawanbaran re, û bi awayek ciddî li ser were kar kirin. Lê mixabin siyaseta Kurdan, dîsa ne biqasî planên barbarên xwedênenas bûn , ku di kurtirin dem de, guhartinên demografîk rawestîn e.

Her wusa, li bakûrê Kurdistanê jî, rewş ji ya rojavayê welat cûda nîn e. Mînak, nêzîkî 60 parlementerên Kurd hene, lê dema ku yek li siyaseta wan mêze bike, dibîn e ku ji hebûna wan sûd nayê wergirtin. Erê, başûr û rojhilat jî siyaseta wan ne di asta pêwîst û rast de ye . Tevî ku Serok Mesûd Barzanî pişta xwe da zinar, lat û çiya û berê xwe da Xwedê û ber bi serxwebûnê ve çû, lê dîsa partiyên siyasî dijî wî kar kirin û berjewendiyên xwe, liser Dewleta Kurdî re hilgirtin .

Sedemên têkçûna siyaseta Kurdan çi ne ?!

Nehebûna pisporên di zanistên siyasî de, vê yekê rê da kesên ku ne jêhatî nebeşdarî siyasetê bibin , ji xeynî çand a wan ya nediyar û ne berbiçav. Di her rewşê de, ew tenê guhdarvan in, ew nekarin bi dijberên xwe re du gotina bipeyivin.
hişmendiyek hişk û çewt.
Nebûna kapasîteyên ciwanan, û nebûna tevlê qada siyasî.
Bi metodên kevnare siyasetê birêve dibin. Ez naxwazim zêde serêşayiyê çêkim, û hêjî sedeman bi lêv bikim . Gotina dawî, tê bala mirov, penda Kurdî -Rovî û sûk e. Ango, Bav û bapîrên me, liser zanînê bûn, heya ku ev pend ji nifşekî dan e dest nifşekî. Îcar Kurd û Siyaset, Rovî û Sûk…

Kurdistan24

%d Bloggern gefällt das: