Nov 27, 2020

Bavê Cengo

Wek hûn zanin, vê heyamê navbera PKK û PDK bûye quzilqurt û ji bo şerê navxweyî û brakujî derkeve, çi ji destê lotikvanên PKK tê dikin û ciwanmêran teqsîr jî nakin. Teqandina borîya petrola Kurdistanê, kujtina midûrê gumrikê û kujtina pêşmergeyan çend lotik û zîtirk ji kiryarên PKK ne.
Werhasil, dibêjin heçê ne li malekê nizane bi hewalekê. Wek dibêjin, herkes li ser mirîyê xwe digrî. Em Bakurî li ser malwêranîya Bakur digrîn û Başûrî jî li ser malwêranîya xwe û PKK digrîn.

Axir, mesela me li ser gotinên generalê me Mezlûm Kobanî bû..

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û lotikvanê mezin General Mezlûm Kobanî, ji malpela Al Monîtor re axivî ye û çend lotikên qerase avêtiye.
Mezlûmê me di derbarê nakokîyên navbera PKK û PDK de gotiye: “Bi şeş telaqên jinberdanê, em nabin beşek ji nakokîyên navbera PKK û PDK û em piştevanîya alîyekî ji wan nakin. Nakokîyên herdu alîyan wê bandorê li danûstendinên partîyên Rojava bikin. Ji ber vê yekê, ez bi YNK û Nêçîrvan Barzanî re di pêwendîyê de me” filan û fîstan.

Generalê me piştre dîsa gotiye: “Divê Kurdên Sûrîyê bi xwe rêveberîya xwe bikin û biryarê bidin”. Yanî, divê tukes (PKK û PDK) destê xwe nexin nava Kurdên Sûrîyê û mejîyê wan nekin şorba nîskê.

Ez serê we neêşînim, Mezlûmê me di dawîyê de gotiye: “ Bi allahwekîl di pêşerojê de ez dixwazim bi temamî derbasî nava karê siyasî bibim û dev ji lotik motikên eskerî berdim ” û xatir ji malpela Al Monîtor xwestiye.

Ê de ya bi xêr…

Hêvîdarim Mezlûm Kobanî li ser gotina xwe bimîne û rê nede ku PKK û PDK yan YNK û partîyên din desttêwerdanan di Rojava de bikin û têkilî û hevkarîya partîyên Rojava têk bibin.

Qamişlo

Windows 10 Kaufen Windows 10 Pro Office 2019 Kaufen Office 365 Lizenz Windows 10 Home Lizenz Office 2019 Home Business Kaufen
%d Bloggern gefällt das: